Dayikên Şemiye: Bêdengî bersîva herî giran e 2017-08-12 14:23:30 STENBOL – Dayikên Şemiyê di hefteya 646’an de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Dayikan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de gotin "Bêdengî hin caran bersîva herî giran e" û çalakiya bêdeng pêk anîn. Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin di heteya 646’an de li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakiya xwe berdewamkirin. Dayikan di çalakiyê de pankarta “Faîl diyar in, winda li ku ne" vekirin û qurnefîlên sor û çarikên spî danîn ser wêneyên zarokên xwe. Dîsa dowîzên ku daxwazên xwe tînin ziman bilind sirin. Di çalakiyê de Serokwekîla Koma HDP'ê Filiz Kerestecîoglu û gelek parazvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de xwişka Hasan Ocak Maside Ocak, diyar kir ku lêgerîna heqîqet û edaletê ne sûc e û wiha got: “Yên mafên wan tê îhlalkirin û rastî bêedaletiyê tên, bi rêbazên demokratîk dengê xwe bilind bikin ne sûc e. Ya suc lêgerîna edalet û heqîqetê bê bersîvhiştin e. Ya sûc astengiya mafê azadiyê ye. Dîsa ya suc girtina rêyên lêgerîna mafan e. CARNA BÊDENGÎ BERSÎVA HERÎ GIRAN E Ocak, anî ziman ku ew dixwazin bigêjin heskiriyên xweyên hatine windakirin û kesên winda kirine jî bên cezakirin û wiha got: "Ji bo em mafê xwe bi dest bixin em dixwazin cemaweriyê hestiyar bikin. Pêwistiya me bi mafê azadiya îfadeyê û azadiya çalakiyan heye. Dîsa mafê me bi azadiya çapemeniya ku dengê me belav bike heye. EM DÊ LÊGERÎNA NAZIM BIDOMÎNININ Ocak, anî ziman ku dayika Nazim Babaoglu ê di 12'ê Adara 1994'an de li Rihaye hat windakirin Makbule Babaoglu di 10'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da û bêyî cenazeyê kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da û wiha got: "Em dibêjn dayika Makbule tu rehet razê. Em dê lêgerîna Nazim bidomînin." Ocak herî dawi anî ziman ku azadiya wan di bin êrîşê de ye û ji ber êdî axaftin têr nake ew dê vê hefteyê çalakiya bêdeng pêk bînin. Ocak, anî ziman ku carna bêdengî bersîva herî baş e û çalakiya bêdeng pêk anîn û belav bûn.