Li gel dorpêça Mamak’ê jî nobet didome 2017-08-12 14:39:23 ENQERE – Çalakiya ji bo piştgiriya Nobeta Wicdan û Edaletê ya HDP’ê ku li Mamakê hat destpêkirin di roja 2’yan de jî domiya. Hezên demokarasî û kedê yên li Mamak a Enqerê bi armanca xwedî derketina çalakiya Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP’ê ku li Wanê didome, çalakiya dest pêkirin di roja 2’yan de jî domiya. Nobet dê li Parka Çinar a Feyzullah bihata girtin, lê ji ber dorpêça polîsan çalakiya rûniştinê ku li ber bariyerên hêsin hat lidarxistin domiya. Hevserokê navçeya HDP’a Mamakê Abuzer Kisa, Dayikên Aştiyê û aktivîstên rêxistinên giştî yên demokratîk beşdarî çalakiyê bûn. Hat payîn ku dê çalakî sê rojan bidome. Li bendeye, nûnerên rêxistinên Elewiyan di saet 18:00 de beşdarî çalakiya rûniştinê bibin.