3 rojan ji bo têkeve parka Musa Anter têkoşiya 2017-08-12 14:52:21 WAN - Nobeta Wîcdan û Edaletê ya li Parka Aştiyê ya Musa Anter, tevî hemû astengiyan rastî eleqeyek mezin tê. Kalê 80 salî Abdullah Acar, ji bo têve parkê 3 rojan di ber xwe da û dawiya dawî ket parkê. Nobeta Wîcdan û Edaletê ya li Parka Aştiyê ya Musa Anter di roja 5'emîn de berdewam dike. Nobet tevî hemû dorpêça polîsan û astengiyan gel eleqeyek mezin nîşan dide. Kalê 80 salî Abdullah Acar ku ji bo têkeve parkê 3 rojan li dervê parkê li ber xwe da dawiya dawî ket parkê. Acar, duh piştî nimêja înê ket parke û kêfxweşiya xwe ya ketina parkê anî ziman. Acar, diyar kir ku 3 rojan li nokteya polîsan a kontrolê hat rawestandin û dawiya dawî ket parkê. Acar, anî ziman ku polîs ji bo ketina parkê gelek zor û zahmetiyan derdixinû wiha got: "Çawa ez derbasî hundir kirim min jî fam nekir." Acar, anî ziman ku piştî nimêja înê ku hat ber parkê komek derdiket û pêş parkê pir qelebalix bû û wiha got: "Cara dawî ez nêzî 4-5 saetan rawestandim. Ez herî dawî 3 caran hatin û vegeriyam. Cara dawî ez hatim û ez hildam hundirê parkê. Ger ku ez vê carê negirtama hundir, ez dê li vir rûniştima û ji vir nediqetiyam. Min nasnameya xwe ji polîsan re hişt û ketim hundir. Ji bo ez wekîlên xwe ziyaret bikim û piştgiriyê bidim wan hatin parkê û ketim hundir. Divê di mirovan de xîret hebe û mafê xwe ji bîr nekin. Ger ku xîret hebe û mafê xwe ji bîr nekin dê bi ser bikevin." Acar, anî ziman ku mafê her kesî heye, lê mafê kurdan tune ye û wiha axivî: "100 salin li ser kurdan zilm heye. Bi sedan kurd hatin kuştin. Kurd li nasname û mafê xwe digerin. Ez dê heta dawî piştgiriyê bidim wekîlên xwe. ‘BILA BIJARTINA WE WİCDAN BE' Ziyaretvanê nobetê aktivîstê Meclîsa Ekolojiyê Fatih Şahin, Zerduşt jî anî ziman ku di nava wîcdan û aqil de çû û hat û dawî hilbijartinawîcdan kir. Şahîn Zerduştî xwest her kes piştgiriyê bide nobetê û li nobetê xwedî derkevn. Şahîn da zanîn ku ew li dijî neheqiyê di nobetê dene." DAYIKA AŞTIYÊ AY: OCALAN SERBEST BERDIN Dayıka Aştiyê Rabia Ay jî anî ziman ku ji bo piştgiriyê hatine parkê û wiha got: “Em dixwazin edalet cihê xwe bibîne. Em li mafê xwe digerin. Birêz Abdullah Ocalan 18 salin di zindanê de ye. Di nava 4 dîwaran de te girtin. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe û serbest bê berdan. Em dixwazin wekîlên me bên berdan. Dayika Aştiyê Perişan Aslan jî diyar kir ku wekîlê wan 4 rojin ji bo edalet û heqê xwe di bin tava germa havînê dene û wiha got: "Em vê çalakiya wan pîroz dikin. Rêberê Gele Kurd Abdullah Ocalan di zindanê de ye. 3 salin em agahiyê jê nagirin. Bila ev zilm bi dawî bibe û xwîn nerije. Bila wekîlên me û hevşaredarên me bên berdan. Em vê zilmê qebûl nakin." Welatî Ahmet Guneş jî anî ziman ku 4 caran hewl da ku têkeve hindur û wiha got: "Heta ku ketim hundir ez têbikoşiyam. Di roja ewil de li gel wekîlan hatim. Lê polisan em bi erdê re kaş kirin û destûr neda. Lê dawiya dawî ketim hundir. Niha wekî wekîlên me girtî bin. Wekî girtîgehê ye. Ji bo em li vîna xwe xwedi derkevin em hatin parkê. Piştgira Nobetê Melek Borak Turgut jî anî ziman ku çalakî nefesê dide civakê û wiha got: "Ev çalakiyek pir heq u rast e. Ji bo edalet, heq û hiqûqê mafekê xwezayî ye." ‘BI SAETAN EM LI BER DERÎ RAWESTIYAN' Berdevkê komeleya 78’an ê Dîlokê Ahmet Uçer jî anî ziman ku bi saetan li ber deriyê parkê hatin rawestandin û wiha got: "Em ji bo piştgiriya nobetê û wekîlên xwe hatin vir. Polîsan em ji saet 11.00’an heta 13.00’an rawestandin.