Endamê meclisa DBP’ê Tunç hat binçavkirin 2017-08-12 15:24:20 MÊRDÎN – Li Qoserê bi endamê meclisa DBP’ê Mehdî Tunç re 5 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Qosera Mêrdînê serê sibê polîsan di serdegirtina malan de, endamê meclisa Partiya Herêmî ya Demokratîk (DBP) Mehdî Tunç, Endamên BDP’ê Metîn Aslan û Encer Dolek, Osman Sihî û Musa Tekîn xistin binçavan. 5 kesên sedema binçavkirina wan nehat zanîn, birin Midûryeta Ewlekariya navçê.