Gulsum Elvan: 3 saetan destê min ê şikestî ji piştve kelepçe kirin 2017-08-12 16:56:58 STENBOL - Dayika Berkîn Elvan Gulsum Elvan, dema polîsan ew binçavkirin destê wê şikandin û li pişt wê kelepçe kirin. Gulsum Elvan, diyar kir ku li gel dizanîbû destê wê şikestiye jî dîsa li pişt wê kelepçe kirin û 3 saetan di kelepçeyê de hiştin. Di 11'ê Tebaxê de komek kedkar, bi boneya piştgiriya Akademîsyên Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça yên bi KHK’ê ji kar hatin avêtin û dest bi greva birçîbûnê kirin û piştre jî hatin girtin, di roja 156'an a greva birçûbûnê de li ber Sureyya Opera çalakî pêk anîn. Polîsan êrîşî çalakvanan kirin, 6 jê jin 16 kes binçavan kirin. Polîsan dayika Berkîn Elvan û xwişka wî bi lêdanê binçav kirin. Polîsan kesên binçav kirin destê wan li pişt wan kelepçe kirin û li maşineya polîsan sîwar kirin. Gulsum Elvan a ku bi lêdanê hat binçavkirin, li Nexweşxaneya Hasekê hat hînbûn ku milê wê şikiya ye. Gulsum Elvan, serpehatiyên xwe yên di bin çavan de ji dîhaberê re vegot. Elvan wiha got: "Dema polîsan em binçavkrin mile min şikandin û li pişt min kelepçe kirin. Destê min ê şikestî 3 saetan li pişt min di kelepçeyê de ma. Di bin çavan de îşkenceyek xerab li ciwanan kirin. Îşkenceya hat kirin nayê vegotin. Ez tim dibêjim vana ne misilman in. Ev mirovê hov û wahş in. Min heta niha zilmek wisa neditiye." ‘DESTÊ MIN 3 SAETAN LI PIŞT MIN DI KELEPÇEYÊ DE MA' Elvan, anî ziman ku li gel dizanîbun destê wê şikestiye jî li pişt wê kelepçe kirin û wiha berdewam kir: "Dîtin ku destê min werimiye. Kilîta kelepçeyê winda kiribûn. Destê min ê şikestî 3 saetan li pişt min di kelepçeyê de ma. Ez birim Nexweşxaneya Bayrampaşa. Li wir bi têlekê kelepçe vekirin. Bi destê şikestî ez 6-7 saetan gerandim. Polîsan bawer nedikir ku destê min şikestiye. Digotin tu ji qazî wisa dike. Min got destê min şikestiye. Lê gotin tene werimiye. Dema fam kirin ku destê min şikestiye hinekî rengê wan xera bû. Piştre ez bi destê şikestî 6-7 saetan gerandim. AMIR EZ KIRIM HEDEF Dema daxuyani hat dayîn amîrê polisan ez hedef nîşan dam. Got 'Vêya jî bigirin vêya jî bigirin' piştî vê gotina amîrê polîsan ez jî girtim. Ez dê ji bo Gulmen û Ozkakça heta dawî têbikoşim. Kurê min li nexweşxaneyê di ber xwe da. Ew Gulmen û Ozakça jî niha li girtîgehê di ber xwe didin. Herduyan jî ji bo keda xwe di ber xwe dan. Ew mafdar in. Tu kes nikare ji bo Nuriye û Semih me bêdeng bike."