Berxwedana dayikekê ya li dijî astengiya polîsan 2017-08-12 17:17:16 WAN - Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê li Parka Atiyê ya Musa Anter di roja 5'an de berdewam dike. Di nobetê de dema Fatma Aslan xwest têkeve parkê, polîsan bi hinceta nasnameya wê tune destûr neda. Aslan li dijî astengiya polîsan bi stranan bertek nîşan da û hêz da jinên govend gerandin. Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP’ê li Parka Aştiye ya Musa Anter daye destpêkirin didome. Dayika Aştiyê ya ku bi cil û bergê xwe yê gelêrî hat Parka Mûsa Anter bi tilîliyên xwe piştgirî da berxwedanê. Dema dayik ketin parkê Dayika Aştişê Fatma Aslan, bi hinceta nasnameyê wê tine negirtin parkê li pişt barîqatan bi stranên xwe piştgirî da nobetê. Fatma Aslan a 56 salî ji taxa Seyît Fehim Arvasî bi meş qat qata parkê û rastî astengiya polîsan hat. Lê Aslan, bi stranên xwe denge xwe gîhand çalekgeran û hez da wan. Nobedarên Wîcdan û Edaletê jî bi çepikan piştgirî da Dayika Aştiyê. Dema jinan govend gerand, Aslan jî got “Ji ber ku min hilnagirin hundir ez dê bi stran û dengê xwe piştgiriyê bidim we. Aslan, piştî demek dirêj di ber xwe da derbasî parkê bû. Aslan têkoşîna xwe wiha anî ziman: "Ez serê sibê bi rev hatim min xwe gîhand dayikên din. Lê ez negirtim hundir. Lê piştî jinên govend gerandin dît ku min nagirin hundir min dengê xwe gihand wan. Min stran got wan jî stran li min vegerand Piştre min çû 2 neviyên xwe anîn û ez bi nasnameya wan derbasî hundir bûm. Tu astengî nikarin me rawestînin."