'Îro jî dijberî cilên yek rengî dê di ber xwe bidin' 2017-08-13 09:11:09 STENBOL- Endamê Desteya Rêvebir a Hewldana 78'an Zekeriya Demîrtaş yê dema di sala 1983'yan de li girtîgehên Tirkiyeyê cilên yek rengî li girtiyan hatin ferzkirin girtî bû wiha got: "Girtiyan wê demê di ber xwe dan dê niha jî di ber xwe bidin." Di sala 1983'yan de li girtîgehên Tirkiyeyê sepandina "kincên yektîpî" li girtiyan hat ferzkirin. Lê belê dema girtî bi berxwedanên mezin li hemberî vê sepandinê derketin, dewlet bi paş ve gav avêt. Endamê Desteya Rêvebir a Hewldana 78'an Zekeriya Demîrtaş ku wê demê ji ber doza DEV-SOL'ê girtî bû, behsa berxwedana li Girtîgeha Tîpa Hucreyî ya Sagmalcilar û Girtîgeha Leşkerî ya Metrîsê kir. Demîrtaş, diyar kir ku cara ewil di sala 1982'yan de hatiye xwestin ku li Girtîgeha Leşkerî ya Sûltan Ahmetê pêkanîna "Kincên yektîpî" bê sepandin û wiha axivî: "Lê li vir ev sepandin leqayî berxwedana girtiyên siyasî hat û nehat sepandin. Dê îro jî li girtîgehan li hemberî 'kincên yektîpî' berxwedaneke cidî xwe bide der." 'DÊ BI SER NEVEKIN' Demirtaş, diyar kir ku wê demê ew li Girtîgeha Tîpa Hucreyî ya Sagmalcilarê girtî bû. Demîrtaş, dest nîşan kir ku îro îktîdar bi sepandinên ku di bin navê "FETO"yê de dimeşîne dixwaze hemû girtîgehan kontrol bike û wiha axivî: "Wek dema 12'ê Îlonê, dixwazin siyasiyan teslîm bigirin. Lê belê wê demê bi ser neketin û dê îro jî bi ser nekevin." 'KAREKTERÊ FAŞÎZMÊ...' Demîrtaş, berxwedaniyên wê demê yên li hemberî "kincên yektîpî" bi bîr anî û wiha axivî: "Salên wehşetî yên wê demê niha ji nû ve li welatê me tên dubarekirin. Yek ji karekterên faşîzma 12'ê Îlonê jî 'kincên yektîpî' ye. Cara ewil di sala 1982'yan de li Girtîgeha Leşkerî ya Sûltan Ahmetê hat xwestin ku bi darê zorê li girtiyan bê kirin, lê çawa ku em ketin qawîşê me qetand û avêtin. Lê belê wê demê li girtîgeha ku ez lê bûm nehat sepandin." 'BÎADKIRIN DIHAT XWESTIN' Demîrtaş, anî ziman ku di dawiya sala 1983'yan de li girtîgehên Sagmalcilar û Metrîsê li dijî girtiyan pêkanînên hovane hebûn û wiha domand: "Li van girtîgehan, pêvajoya teslîmgirtinê bi awayekî hovane domand. 'Kincên yetktîpî' kirin bahane û bi awayekî dijwar êrîş dikirin. Mantiqa li vir ew bû ku, hemû girtiyên siyasî bi mantiqeke leşkerî bigirin û bîadê li wan ferz bikin." 'BI BERXWEDANÊ HAT ŞIKANDIN' Demîrtaş, anî ziman ku di Nîsana sala 1984'an de li girtîgehan li dijî sepandina "kincên yektîpî" grevên birçîbûnê dest pê kirin û wiha domand: "Ev çalakî bi 30'yê Gulanê re veguherî rojiya mirinê. Bi şehadeta 4 hevrêyên egîd rengê berxwedanê veguherî. Li ser bertekên li nav Tirkiyeyê û derveyî welat dawî li sepandina kincên yektîpî hat. Ji ber em li dijî vê sepandinê derketin di dema hevdîtinên malbat û parêzeran de, di şandina nameyan de em bi sepandinên wek lêdan û hwd. re rû bi rû man. Girtiyên şoreşger, ji ber vê sepandina kincên yektîpî piştî 3 salan malbatên xwe dîtin." 'NIKARIN BIBIN SERWERÊ GIRTÎGEHAN' Demîrtaş, dest nîşan kir ku dê girtiyên siyasî bi awayekî cidî li dijî vê sepandinê derkevin û wiha axivî: "FETO maskeya vî tiştî ye. Di asasê xwe de mebest ew e ku girtiyên HDP'î, şoreşger, kurd û hemû girtiyên xwedî nasnameyeke siyasî teslîm bigirin û tune bikin. Dê îktîdara AKP'ê şideta xwe zêdetir bike. Ji ber vê jî dê pêşî hewl bidin ku girtîgehên dînamîk û pêşengtiyê dikin bêdeng bikin. Lê belê dê nikaribin bibin serwerê girtîgehan. Ev rewş ne pêkan e."