Leşker ji gundiyan re: Çima hûn tên gund? 2017-08-13 09:15:41 AMED -Hat diyarkirin ku leşkerên ku di dema operasyonê de bi ser malên Mezrika Aliyeyê ya Licê de girtin ji gundiyan re wiha gotine: "PKK'yî nan ji we dixwazin an na?, Ji bo çi hûn tên gund?" Hefteya borî li Mezrika Aliyeyê ya gundê Xosor ê Licê operasyoneke berfireh hat lidarxistin. Bi sedan leşker bi helîkopetran daketin ser gir û qada bejahiyî ya mezrikê û operasyon 2 rojan domand. Di çarçoveya operasyonê de dema wesayîta leşkerî di ser girê mezrikê re diçû teqemeniyek teqiya û di vê teqînê de serfeserek û leşkerek mirin. Gundiyan anî ziman ku di dema operasyonê de leşkeran tahde li şêniyên mezrikê kirine. ‘LI MALÊ KAMERA BI CIH KIRIN' Di operasyonên li Licê de gelek leşker û tîmên taybet mirine û ji biharê heta niha ev cara sêyemîne ku li Mezrika Aliyeyê operasyon tê lidarxistin. Li vê mezrika ku 4 mal lê dimînin, hat diyarkirin ku leşkeran bi dizîka kamera li mala Yildiz Elma bi cih kiriye. Hat gotin ku paşê ferdên malê hay ji kamerayê çêbûne û mal ji aliyê leşkeran ve hatiye arav û tarav kirin. Gundiyan, anî ziman ku operasyon gelê sivîl hedef digirin û mebesta van operasyonan ew e ku gund bên vala kirin. ‘PKK'YÎ NAN DIXWAZIN AN NA?' Yildiz Elma, der barê operasyona hefteya borî de axivî û got ku, serê sibehê saet di 06.00'an de leşker bi helîkopteran li bejahiya gund hatine daxistin. Elma wiha axivî: "Çawa ku leşker hatin demildest em ji malê derxistin. Mala me arav û tarav kirin. Eşyayên me belawela kirin. Bi dizîka kamera bi cih kirin. Paşê ji me pirsîn 'Li vir PKK'yî hene an na?' Me jî got na. Paşê bi ser me de hatin û gotin 'Çawa hûn dibêjin na, çawa hûn nizanin? Nan ji we dixwazin an na? Ji bo çi hûn tên gund? Neyên gund.'" Elma, anî ziman ku zarokên biçûk û jinên ducanî ji ber operasyonan zaf ditirsin û armanca operasyona ew e ku gundî neçin gundên xwe. Elma, diyar kir ku ew ê tu carî gundê xwe neterikînin û wiha got: "Heke zanibim ez ê bimirim jî, ez gundê xwe naterikînim. Min ewqas ked daye. Min bi zor û heft bela ev mal çêkiriye. Min darên fêkiyan çandin, min zebze çand. Ma ne heyfa vê kedê. Ez nahêlim operasyonên dewletê keda min heba bikin. Erdên mirov canê mirov e. Mirov wisa bi rihetî dev ji canê xwe bernade." ‘DÊ OPERASYON NEGIHÊN ARMANCA XWE' Elma, da zanîn ku ev nêzî 8 salan e ku ew havînan tên gund û zivistanan jî vedigerin bajêr. Elma got ku bi taybetî jî hedefa operasyonên îsal gel e. Elma, bi lêv kir ku di oeprasyona dawî de leşkeran nehiştiye ku ew heywanên xwe bibin mêrgê. Elma got ku hindik ma bû ku hemû ji tîna telef bibin. Elma, dest nîşan kir ku bi van operasyonan derûniya zarokan xera bûye û wiha axivî: "Em li ser xaka xwe, li mala xwe ne. Em zirarê nadin tu kesî. Belaheq tên. Hemû operasyonên li vir vala derdikevin." ‘LICÊ TIM HEDEF E' Şêniyê gund Cengîz Tatar jî, got ku Licê tim di hedefa dewletê ye û sedema vê yekê jî ji ber berxwedêriya wê ye. Tatar, dest nîşan kir ku dewlet bi operasyonan dixwaze gel bêzar bike û wan ji cihên wan bike. Tatar, anî ziman ku sedema sereke ya operasyonan ew e ku gundî bên tirsandin. ‘24 SAETAN HERON KEŞFÊ DIKIN' Tatar anî ziman ku tiştê tê kirin zilm û eziyet e û 24 saetan heron li ser serê gundiyan keşfê dikin. Tatar, diyar kir ku ji ber operasyonan tu hizûr nemaye û tim zext û zorî li ser gundiyan heye. Tatar, dest nîşan kir ku di dema operasyonan de kes ji malên xwe dernakevin û zebzeyên ku ji bo firotinê danîbûn hemû ziyan bûne. ‘EM Ê LI BER XWE BIDIN' Tatar wiha axivî: “Li gel hemû çewisandinan jî me çawa di salên 90'î de li ber xwe de, em ê niha jî li ber xwe bidin. Em ê careke din destûrê nedin ku gundên me bên valakirin. Mirovan bi kedeke mezin careke din gundên xwe jîndar kirin. Dewlet dixwaze ji nû ve polîtîkaya Tansu Çillerê têxe dewrê. Em ê li dijî vê yekê derkevin."