Girtîgeh xwarina Ayşeya 1 salî û Çinarê 2 salî nadin wan 2017-08-13 09:16:19 AMED - Pitika yeksalî Ayşe Tûtak û zaroka 2 salî Çinar Yigit tevî dayikên xwe li Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarûsê dimînin. Ji ber rûtûbeta li girtîgehê birîn di canê pitikan de derketiye û ji roja ku hatine Tarûsês heta niha ji ber ku îdareya girtîgehê pêdiviyên wan ên zexîreyî red kirine ranakevin. Bi Rewşa Awarte (OHAL) re her diçe binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêde dibin. Yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsûsê ye. Jinên bi navê Şemal Tûtak û Medîne Yîgit di hevdîtina xwe ya heftane ya telefonê de tiştên ku ew li girtîgehê bi wan re rû bi rû dimînin ragihandin. Tûtak tevî keça xwe Ayşe ya yeksalî û Yîgît jî tevî kurê xwe Çinarê 2 salî dimîne. Bi hinceta di sala 2008'an de tevlî meşekê bûne der barê wan de doz hat vekirin û 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li wan hat birîn. 8 meh berê cezayê wan ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin û hatin girtin. Tûtak û Yîgît demekê li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê man û paşê ew sewqî Xarpêtê û ji wir jî sewqî Tarsûsê kirin. Keça Tûtakê Aren a 5 salî li Amedê tevî dapîra xwe dijî û keça wê ya yeksalî jî li cem wê ye. Yîgît jî tevî kurê xwe Çinarê 2 salî li girtîgehê ye. MALZEMEYÊN ZAROKAN NADIN WAN Yîgît û Tûtak du hefte berê sewqî Tarsûsê hatin kirin û îdareya girtîgehê malzemeyên zexîreyî yên zarokên wan nade. Tûtak, bi riya telefonê li dayika xwe Ayten Arikboga geriya û got ku, çewisandineke zêde li ser wan û zarokên wan heye. Tûtak, anî ziman ku rêveberiya girtîgehê mama, fêkî, biskuvît û danoneyên Ayşe û Çinar nadin. Arikboga wiha axivî: "Ji ber li girtîgehê rûtûbeteke zêde heye birîn di canê pitikan de çêbûne. Ji ber ku malzemeyên wan nayê dayîn û ji ber birînên di canê wan de zarok nikarin rakevin." Ayten Arikboga, anî ziman ku der barê rewşa keç û neviya xwe de endîşeyên wê hene û di dema hevdîtinê de keça wê gotiye ku rewşa wan û pitikan nebaş e. Arikboga, dest nîşan kir ku şik û gumanên wan hene, ji bilî telefonê ew tu agahiyê ji wan wernagirin û divê demidlest serbest bên berdan. Arikboga wiha axivî: "Ji ber ku keça min li Xarpêtê li hemberî muamelyên kirêt derketiye cezayê dîsplînê lê birîne. 15 roj in sewqî Tarsûsê hatine kirin û ji ber cezayê dîsîplînê em nikarin wê bibînin, em nikarin nameyan bişînin. Tenê em bi riya telefonê hevdîtinê çêdikin. Ev neheqî ye."