Jinên Sûrê ji niha ve dest bi amadekariyên zivistanê kirin 2017-08-13 09:17:02 AMED - Rûxandina li Sûrê didome. Li gel vê jin hem li hemberî rûxandinê li ber xwe didin hem malên xwe naterikînin û hem jî amadekariyên zivistanê dikin. Rûxandina li taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûra Amedê didomin. Welatiyên ku malê xwe neterikandine li gel rûxandinê jî jiyana xwe didomînin. Her wiha jinên taxê jî ji niha ve amadekariyên xwe yên zivistanê dikin. Jin li kuçe û kolanên teng ên Sûrê bacanên reş û îsotan hişk dikin û her wiha agir vê dixin û babaqunûçê jî çêdikin. Jin bi awayekî kolektîf amadekariyên xwe yên zivistanê dikin û malzemeyên ku amade dikin zivistanê bi hev re dixwin. Jin li ser tifikên ku li kuçe û kolanên teng ên Sûrê danîne bacanan sor dikin û paşê dema wan paqij dikin dixin şûşeyan û wan şûşeyan jî ji bo zivistanê hiltînin. Jinan anî ziman ku ji ber ku zivistanê buhayê zebzeyan zêde ye û ji ber ku quweta wan tune ye bikirin ew ji niha ve amadekariyên xwe dikin. Jinan got ku ew bi salane vî tiştî dikin.