Ocalan: CPT bû hevkarê AKP'ê 2017-08-13 09:17:44 WAN - CPT 6 meh berê Grava Îmraliyê ziyaret kir û hêj der barê girtiyên gravê û şertên wan de rapor aşkere nekiriye. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dilek Ocalan, helwesta CPT rexne kir û wiha got: “CPT jî bûye hevkarên AKP’ê û li gorî daxwaza wan tev digere." Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha nikarin biçin Îmraliyê. Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 678 car in serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin û serlêdana wan bi hincetên cur be cur tên redkirin. Heyeta Îmraliyê jî 5'ê Nîsana 2015’an û virde nikarin biçim Îmraliyê. Malbata Ocalan jî ji 11'ê İlona 2016’an û virde nikarin bi Ocalan re hevditin bikin. Heyeta Komîteya Astengkirina Îşkence ya Konseya Ewropa (CPT’) jî 6 meh berê çû Îmraliyê û vegeriya. Lê heta niha der barê ziyareta xwe de rapor aşkere nekiriye. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dilek Ocalan, ku di Nobeta Wîcdan û Edaletê ya Wanê de cihê xwe digire, helwesta CPT rexne kir û wiha got: “CPT jî bûye hevkarên AKP’ê û li gorî daxwaza wan tev digere." Ocalan, anî ziman ku li Girtigeha Îmraliyê têgeha mirov tune tê hesibandin û wiha axivî: "Ji ber ku Ocalan di yek hucreyê de tê girtin, bi malbat û parêzerên xwe re nikare hev bibine li dijî wî hiqûqa dijmantiyê tê meşandin. Hiqûqa nifrînê heye. Bi vê yekê hem zagonên xwe hem jî zagonên navneteweyî binpê dikin. Dîsa di pêşerojê de jî bê hiqûqiyek din ava dikin. Ev pirsgirên mezin dibin ji aliyê AKP'ê ve bêtir mezin dibin. ‘ZAGON TAYBET JI BO ÎMRALIYÊ DERXISTIN' Dîlek Ocalan, anî ziman ku her girtî xwedî mafê zagonî û rewa ye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bikin û Ocalan jî yek ji wan girtiyên ku xwedî mafê hevdîtina malbatê ye û wiha berdewam kir: "Zagon taybet ji bo Îmaliyê derxistin 'Zagona Îmraliyê' derxistin. Di dîroka Tirkiye de heta niha tiştekî wisa çênebûye. Li gorî xwe zagonên ku wan bi xwe li hev anîye derxistin. Li gorî Îmraliyê zagonên cuda, li gorî Kandira zagonên cuda, li gorî her girtîgehekê zagonên cuda derdixin. Hişmendiya xwe li ser girtiyan bi riya OHAL'ê dixe meriyetê. OHAL ne çareserî ye. Zordariya ku hişmendiya xwe li ser civakê bi zorê dide ferzkirin e." 'FIKRÊN OCALAN LI ROJHILATA NAVÎN RUH DIDE' Ocalan, anî ziman ku her çendî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 18 salin li Îmraliyê dîl hatibe girtin û di tecrîdê de tê hiştin jî fikrên wî li Rojhilata Navîn dibe modela jiyana nû û bi ruh dibin geş dibin û wiha lê zêde kir: "Fikrên Ocalan, bîrdoziya Ocalan hem li hemû Kurdistanê û hem jî li Rojhilata Navîn bi kok bû. Ji sala 99'an heta niha Tirkiye li ser Ocalan armancek dimeşand. Lê Birêz Ocalan bi fikrên xwe ev polîtîka girtin û girtîgehê pûç kir. Bi projeya Konfederalizma Demokratik û Neteweya Demokratîk ku salan li ser dixebite pergalek nû ava kir. Ev pergal ji aliyê gelan ve hat qebûl kirin û gav bi gav dikeve jiyanê. Birêz Ocalan digot 'Eger hûn pirsgirêkê bi rêbaza kaos û tundiyê çareser bikin dê darbe têkeve meriyetê.' Niha jî ev têkçûna AKP'ê ji ber ve yekê ye. 15 salin xwest bi tundiyê çareser bike. Niha darbe ketine meriyetê. Tişta AKP dixwaze bi ser neket û dê bi ser nekeve. Birêz Ocalan li girtigeha Îmraliyê di bin tecrîda giran de berê pêşiya xwe dît û ji pirsgirêkan re çareserî afirand. Niha hemû tespîtên wî yek bi yek pêk tên. Birêz Ocalan beriya darbeyê jî AKP rexne û hişyar kiribû. Lê mixabin AKP tu ders dernexist. Ji ber ku AKP Dolmabahçe tune hesiband xetimî." ‘GEŞEDANÊN LI ÎMRALIYÊ ME DIXE NAVA FIKARAN' Ocalan bal kişand ser geşedanên li girtîgehan û Îmraliyê û wiha got: "Geşedanên li Îmraliyê û li girtîgehên din me dixe nava fikaran. Ji ber ku AKP di nemirovbûnê de israr dike. Niha em nikarin ji mafê xwe yê herî zagonî û herî rewa yê hevditinê jî sûdê bigirin. Niha ewlehiya wî tenduristiya wî û jiyana wî di çi rewşê de ye agahiya me jê nayê girtin. AKP'ê ewil li Îmraliyê tecrîd dest pê kir û pişre şer li Kurdistanê geş kir. Piştî tecrîda li Îmraliyê Şerê li Kurdistanê û xerakirina bajaran qat bi qat zêde bû. Jin ji bo tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe dê rola sereke bimeşînin. Ji ber ku ev pêkanînên li dijî Ocalan sûcê li hemberî mirovahiyê ye. AKP hem li girtîgehan û hem jî bi xerakirin û kuştina li bajarên Cizîr, Sûr, Hezex û bajarên Kurdistanê sûcê mirovahiyê kiriye. Heta ku tecrîda li ser Ocalan ranebe, Îktîdara AKP'ê dê bi ser nekeve." ‘TU KES JI TECRÎDÊ ENCAM NASTÎNE' Ocalan, daxuyand ku di sedsala 21'an de siyaseta demokratîk pêşengiyê dike û wiha lê zêde kir: "Di serî de hevalên me yên jin dê misyona pêşengî û rêbertiyê bidin ser xwe. Dîsa ciwan û hemû kesên li djî şer tê vê pêşengiyê bidin ser milê xwe. Dê bixwazin ku bi riya demokratîk û mirovane pirsgirêk çareser bibe. Israr û daxwaza çareseriya mirovane peywira me ye. Em dizanin ku heta tecrîda li ser Birêz Ocalan ranebe tu kes aram û azad nabe. Ji 7 salî heta 70 salî tu kes ji vê pevajoya Erdogan û terîdê sûdê nagirin. Di serdema çareseriya demokratîk de tu cenaze nediçûn malan. Edî aramî serdest bû. Lê piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê ku Erdogan mase red kir, tecrîdê dest pê kir û şer dest pê kir. Tecrîd herî zêde zerarê dide Tirkiye. Çareserî bi azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkan e. Ger ku tecrîd bidome dê herî zêde gelê Tirkiye zerare bibîne. Berpirsiyarê vê yekê AKP ye. Heta ku pirsgirêka kurd bi riya demokratîk û adîl çareser nebe şerê cîhanê yê 3’emîn bi encam nabe. Ji ber vê yekê divê berî her tiştî Rêberê Gele Kurd Birêz Ocalan azad bibe. Hemû kesên li hemberî tecrîdê bêdeng dimînin berpirsiyarê tecrîd û vê pêvajoyê ne." 'ÇIMA CPT RAPORA XWE AŞKERE NAKE' Ocalan helwesta Komîteya Astengkirina Îşkence ya Konseya Ewropa (CPT’) jî rexne kir û anî ziman tenê li gorî AKP'ê rapor amade dike. Ocalan, helwesta CPT rexne kir û wiha got: “CPT jî bûye hevkarên AKP’ê û li gorî daxwaza wan tev digere. Ger ku ne wisa be çima raporê aşkere nake. Divê wek hev nêzî hemû civakan bibe û bê ker û lal nemînin. Niha tu kes nabîhîze, nabîne. Ker, kor û lal bûne. Ev hayê qebûlkirin. Tecrîd nayê qebûlkirin. Sûcê mirovahiyê ye. Divê îktîdara AKP'ê bi lezgîn ji vê polîtîka şaş vegere û rê li pêş Azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan vekin" .