Leşkeran destûr neda welatî agirê daristana Dersimê vemirînin 2017-08-13 16:43:39 DERSIM - Darisana li Dêrsimê dişewite. Welatiyên xwestin biçin şewata daristanê vemirinin rastî astengiyên leşkeran hatin. Şewata daristana li Dersimê ku 12 roj berê di topbarana leşkeran de derket didome. Piştî ku Miduriyetae Karên Daristanê diyar kir ku ji ber ku li Herêma Ewlehiya Taybet e nkare biçe vemirîne, welatî ketin nava liv û teverê. Welatiyan ji bo agire daristanê vemirînin bi dar, bêr, melev û tirxoxan ketin rê û çûn şewatê vemirînin. Lê dema welatî ketin rê ji aliyê leşkeran ve hatin asteng kirin. Welatiyen li nava bajar kom bûn û ber bi gundê Halbori, Geyiksuyu, Karşilare vê ketin rê, li ser rêya Qereyola Karşilarê hatin rawestandin. Leşkeran bi hinceta destûra Waliyê Tuncelî tune destûr nedan maşîneyên welatiyan derbas bibin Welati dê saet di 18.00’an de li Kolana Hunere li qada Seyit Riza bi meşekê helwesta wali û leşkeran şermezar bike.