‘Piraniya girtiyan birîndar bûn’ 2017-08-13 17:30:36 WAN – Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi rojane bi îdîayên îşkence û lêdanê di rojevê de ye. Nerîman Ural ku bi xwişka xwe re hevdîtin kir wiha got: “Me çawaniya lêdanê ya li ser milê girtiyan dît. Ji xwe piraniya wan birîndar bûn.” Girtiyan îşkence û lêdana bi rojan a li Girtîgeha Tipa T a Wanê didome, bi rêya malbatên xwe parve kirin. Girtiyan ragihand ku di 5 Tirmehê de gardiyan û leşkaran bi şev ser odeyên wan de girtine û jinên girtî bilêdan û îşkenceyê birindar kirin. Xwişka Nerîman Ural, Halîme Ural ku di 10’ê Tirmehê (roja pêncşemê) hevdîtin pêk anî, diyar kir ku li ser canê girtiyan hîna şopa lêdan û îşkenceyê hebûn. ‘GIRTIYÊN JIN ÊN MIN DÎTIN BIRÎNDAR BÛN’ Ural da zanîn ku li girtîgehan ev pirsgirêk ne nû ne û wiha axivî: “Xwişka min bi rêya telefonê zoriyên ku rastî tên her tim vedigot. Digot di dema serşokê de av tê birîn. Di hevdîtina pencşemê de min zanî li wir bûyer rû dane. Li gel hevdîtina girtî jî bû, bûm şahide birînên li ser mil û canê girtiyên jin. Min ji xwişka xwe pirsî û ragihand ku midûr û gardiyanên girtîgehê îşkence û lêdan wan kirin.” MIDÛRÊ GIRTÎGEHÊ JÎ LI JINAN XIST Ural anî ziman ku gardiyan û midûrê 2’yemîn ê girtîgehê bi dar û jopan ser odeya girtîyên jin de girtin û wiha bilêv kir: “Midûr û gardiyanên bi ser odeyê digirin, girtiyek jin didin ber pehînan. Li ser vê yekê bûyer mezin dibe. Midûr dema dixwaze darê destê xwe li jineke girtî bixwe, girtiyên jin dikevin navberê. Porê jinan girtin û bi erdê re kaş kirin. Hemû jin birindar bûn. Gelek dijûn li jinan kirin. Li wir tim bûyer rû didin. Çi dema xwişka min li me digere dibêje ‘Ji bilî lêdan û dijûnan tiştek din li vir tune ye.’” Malbata girtiya jin Elîf Yayan jî anî ziman ku keça wan îşkence lê hatiye kirin û ew rakirine nexweşxaneyê.