Êrîşi çalakiya Yukselê kirin û 3 kes binçavkirin 2017-08-13 19:10:18 ENQERE - Kedkarên bi dirûşmeya "Em karê xwe paşve dixwazin" di roja 278'an de li kolana Yukselê kom bûn, rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan di êrîşê de 3 çalakger binçav kirin. Kedkarên her roj bi dirûşma "Em karê xwe paşve dixwazin" çalakiyê pêk tînin di roja 278'an deli kolana Yukselêkom bûn û piştgirî dan Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên li nexweşxaneya girtîgeha Kampusa Sîncanê 158 rojin di greva birçîbûnê dene. Di roja 278’an de dîsa polisan êrîşî çalakgeran kir û çalakger Îlker Işik, Sultan Aydogdu û Asli Saraç binçavkirin. Polîsekî devê çalakgerekî bi qasî bê çirandin vekir û îşkence li çalakger kir. Koma rastî êrîşêhat heta Kolana Meşrutiyetê silogan berz kirin û belav bûn.