Ekolojîstler: Îktidar ji bo stratejiya hebûna xwe daristanan dişewetîne 2017-08-13 19:56:43 AMED - Li herêma Kurdistanê hefteyek e daristan tê şewitandin. Têkildarî şewata daristanan Komeleya Ekolojiya Amedê, diyar kir ku îktidar ji bo hebûna xwe serî li vê stratejiyê dide. Komeleya Ekolojiyê ya Amedê têkildarî daristanên li herêmê dişewitin daxuyanî da. Endamên komeleyê li avahiya xwe daxuyanî da û polîtîkayên îktîdarê yên li hemberî ekolojî û daristanê rexne kir. Di civîna ku ekolojîst û endamên komeleyê amade bûn pankarta “Li dijî faşizmê em bi hevre bibin daristan" vekirin. Berdevkê Komeleya Ekolojiyê Necdet Sezgin, bertek nîşanî şewitandina daristanan da û anî ziman ku bi şewata daristanan komkujiyek tevahi pêk tê. Aktivîsta Ekolojiyê Feyziye Sumer, jî daxuyaniya hatiye amadekirin xwend û wiha got: “Parastina jiyanê êdî bûye wekî îşligê ji agir. Li dijî hemû qadên jiyanê bê navber êrîş didomin. Pergala kapitalizmê ku nikare siya darê bifiroşe wê jê dike, dişewitîne û talan dike. Ji Dersimê heta Çamburnu, Bodrum, Lice û gelek herêmên din daristan tê şewitandin. Li Rojava ji bo tantê daristan tên şewitandin. Li rojhilat jî bi hinceta ewlehiyê daristan tên şewitandin. Îktîdar ji bo daristanan bê xwedî bihêle gundiyan neçarî koçberiyê dike. BANGA XWEDÎDERKETINÊ Sumer, anî ziman ku şewata daristanên li herêmên Çamburnu, Kazdagi, Geliyê Perî, Kutu. Cudî, Lice û Meletiyê ji hev ne cuda ne û wiha got: "Hemû daristan in û hemû ekolojî û xweza talan û wêran dibe. Em bang li hemû hesên hestiyar dikin ku li dijî şewata daristanan bêdeng nemînin."