QSD'ê 2 taxên din ji destê DAIŞ'ê rizgar kir 2017-08-13 22:15:27 REQQA - Pêngava Rizgarkirina Reqqayê bi pêşketinên nû dewam dike. Şervanên QSD`ê piştî şereke giran, taxên Mehdî û El-Refqa yên li rojhilatê Reqayê, ji DAIŞ`ê rizgar kirin. Di şer de 17 endamên DAIŞ'ê hatin kuştin. Pêngava Rizgarkirina Bajarê Reqayê ku di 6`ê Hizêrana 2017`an de dest pê kiribû, di roja 69`an de didome. Di şerê îro de taxên Mehdî û El-Refqa yên li rojhilatê Reqayê, ji DAIŞ`ê rizgar kirin. Piştî du tax hatin rizgarkirin, şervanên QSD`ê derbasî taxa Reşîd û Mansûre bûn. Di şerê li her du taxan de, 2 maşîneyên bombebarkirî û motorsiklêtekî DAIŞ'ê hatin rûxandin. Li taxa Kevin a Reqayê ku li aliyê rojhilat dikeve, di şerê ku heta niha dewam dike de, yek sekvan 6 DAIŞ hatin kuştin. Li taxa Rewda ya aliyê rojhilat ê Reqayê, şerekî demkî rû da. Di encamê de 4 DAIŞ hatin kuştin. Li taxa Diriyê jî di şerê ku rû da de, 5 DAIŞ hatin kuştin û şervanekî QSD`ê birîndar bû. Li milê din li taxa Berîd di şerê demkî, 3 DAIŞ hatin kuştin. Li taxa Kevin di şerê giran de, sê şervanên QSD`ê bi qehremanî şer kirine û jiyana xwe ji dest dan. Li heman taxê sê şervanên din jî birîndar bûn.