Karkera komkujiya Pirsûsê şermezar kir ji kar hat avêtin 2017-08-14 09:12:10 STENBOL – Karkera di şîrketa taybet a xizemta cîhazên POS dike de dixebetî Nesîbe Karakaya, bi hinceta komkujî şermezar kiriye, di 2'emin salvegera Komkiya Pirsûsê de ji kar hat dûrxistin Karkera di şîrketa taybet a Xizmeta Cihazên FOS'ê de dixebitî Nezîbe Karakaya bi sedema ku ji bo Pirsûsê çalakî pêk anîye ji kar hat avêtin. Karakaya, di roja Komkujiya Pirsûsê de li Denizliyê bi tena serê xwe çalakî pêk anîbû û komkujî şermezar kiribû. Piştre di sibata 2016'an de li Stenbolê di Şîrketa Cîhazên POS de dest bi xebatê kir. Piştî Karakaya dest bi xebatê kir, di 14'ê Tîrmeha 2017'an de wêneyê wê di medyaya civakî de belav bû. Li ser vê yekê bi hinceta performasa wê nebaş e ji kar hat derxistin. Karakaya, bertek nîşanî vê yekê da û anî ziman ku şîrketê bi hinceta "performans têr nake" nîşan daye, lê di rastiyê de ji ber ku wê karê xwe baş pêk anîye gelek caran ji bankayên ku lê dixebete spasiya wê kirine. Karakaya, da zanîn ku gelek caran kargeriya lê dixebitî jî ji ber serkeftina wê spasiya wê kirine. Karakaya, da zanîn ku piştî wêneyê çalakiya wê di înternetê de hat belav kirin 3 roj şûnde bi hinceta “performans kêm e" ew ji kar derxistin. Karakaya, destnîşan kir ku wê li 3 bankayan nûnertiya muşteryan dikir û ji ber performansa baş gelek muşteriyên bankayan zêde dikir û wiha got: "Wêneyên min ên çalakiyê rêveberiya şîrketê bêzar kir u piştî wêne ez ji kar hatin derxistin. Çalakiya ku min pêk anî rast e. Ji ber ku ez ji kar hatim avêtin jî ne xemgîn im."