Kurd li Edene di bin dorpêç û gefên polisan de dijîn 2017-08-14 09:13:31 EDENE - Li Tirkiye piştî OHAL hat ilankirin zextên keyfî û binpêkirina mafan zêde bû. Li taxên kurdan ên Edeneyê polîs bi keyfî mirovan radiwestîne û wan bêzar dike. Di bin navê "Operasyonên aramiyê" de îşkence li mirovan dikin û tundî zêde kirine. Welatiyan diyar kirin ku polîs di saetên şevê de tên li taxên wan digerin û gefa "Hûn terorîst in. Dor dê bê we jî" li wan dixwin û keyfî nasnameyên wan di GBT'ê de derbas dikin. Piştî îktîdara AKP'ê bi hinceta hewldana 15'ê Tîrmehê di 20'ê Tîrmehê de OHAL îlan kir, tundî û zextên polîsan ên li ser kesên muxalif û kurdan zêde bûn. Bi taybetî li taxên kurd lê dijîn yên li metrepolan zextên polisan ên li ser kurdan qat bi qat zêde bûye. Kurdên ku di salên 1990'an de ji ber zexta JÎTEM û tîmên taybet gund û warên xwe vala kirin û hatin li Mêrsîn û Edene bi cih bûn, niha di bin gefên polîsan û tundiya polîsan de dijîn. li taxên kurd lê dijîn yên Edene piştî îlana OHAL'ê tundiya polîsan zêde bû. Her şev polîs bi maşîneyên zirxî li taxên kurdan digerin û ciwan û welatiyan di lêgerîna GBT (Lêgerîna Agahiyên Giştî) re derbas dike û gefan li welatiyan dixwin. NE HÛZUR E ÎŞKENCE YE Polîsên ku her roj taxan dixin bin dorpêça xwe di bin navê "Operasyona hûzûrê" de gefan li welatiyan dixwin û tirsê li ser welatiyan zêde dikin. Polîs bi maşîneyên zirxî maske û rûpoşên xwe dikevin nava taxan û tundiyê li ser welatiyan dimeşînin. Bi taybetî li taxên Denizli, Barbaros, Gulbahçesi, Şakirpaşa, Kuçukdikili û Daglioglu yen herî zêde kurd lê dijîn zext û tundiya polîsan lê zêde ye. POLÎS GEFA 'HÛN DÊ HÊZA TIRKAN BIBÎNIN' DIXWIN Polîsên ku bi girseyî û meş dikevin taxan li hemû dikan û cafeyan yek bi yek lêgerîn dikin. Ji ber vê yekê esnaf ji wan bêzar bûye. Polîsên dikevin taxan, hin caran ciwanan darp dikin. Polîsên di "operasyona huzurê" de gefên "Hûn dê hêza tirkan bibînin", "Hûn hemû terorîst in, Em dê we tevan bikujin" li kurdan dixwin û li ser diwaran “TC li vir e" "Tolhildan" dinivîsin. Dema polîs li taxan digerin rastî posterên Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, kovar û rojnameyên muxalif tê hemûyan desteser dike û gefan li welatiyan dixwe ku wan li malên xwe peyda nekin." 'DÊ DOR BÊ WE JÎ' Welatiyên taxe diya kirin ku ew berê bi aramî li taxan digeriyan û diçûn cafeyan, lê niha nikarin ji ber tundiya polîsan ji malên xwe derkevin. Welatiyan anîn ziman ku her şev polîs di navbera saet 17.00 û 23:00'an e polîs bi maşîneyên zirxî û motoran digerin û li caf û qehwexaneyan digerin û gefên ‘Hûn terorîstin' 'Dor dê bê we jî' li wan dixwin. Welatiyan anîn anîn ziman ku her şev li taxan digerin û bi awayekî keyfî gefan li welatiyan dixwin û nasnameyên wan di GBT re derbas dikin. Esnafên taxê diyar kirin ku pişti OHAL'ê tundî u zextên polisan zêde bû û nikarin aramî tev bigerin. Esnafekî din diyar kir ku roja borî li Bazara Çarşambayê saet di 10.00'e sibê de nêzî 50 polîs bi motosikletan ketin bazarê û bi dengê bilind gotin "Bila jin ji me hez bikin Me bibinin". Esnaf, anî ziman ku ew li hemberî vê yekê hêrz bû û ji polisan re got "Ma xwişk û dayikên we jî tune?" û li ser vê gotinê polîsan êrîşi wî kiriye û gef li wî xwarine. Welatiyekî din yê taxê jî anî ziman ku polîs bi maşîneyên bê plake litaxê digerin û welatiyan çavtirsandî dikin.