Binçavkirinên ciwanên li Farqînê didomin 2017-08-14 10:56:46 AMED - 3 ciwanên li parka Farqînê rûdiniştin, hatin binçavkirin. Polîsan ciwanên bi navê Veysî Aksin, Eyup Bakici û Mehmet Bînen ku di 13'ê tebaxê de li Parka Kaniya Navîn a Taxa Baglara navçeya Farqîna Amedê rûdiniştin, binçav kirin. Sedema binçavkirina ciwanan ku nehat zanîn, hat gotin ciwanan erbane lêdixist û stran digotin. Li Farqînê di rojên dawî de polîs li koçe û cadeyan di operasyonên li dardixin de, ciwanan binçav dikin û hêjmara ciwanên binçavkirî derket 8’an.