Li Şapatanê teqîn: 2 kes mirin 2017-08-14 13:12:02 COLEMÊRG – Li gundê Şapatanê yê bi ser Şemzînanê ve li dijî kamyona kelûmel ji qereqolê re dibir teqîn rû da û 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Li gundê Şapatanê yê bi ser navçeya Şemzînana Colemêrgê ve li dijî kamyona ji qereqola polîsan re kelûmel dibir teqîn pêk hat. Di teqînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da. Piştî teqînê gelek polîsên tîmên taybet û leşker sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li gundê Şapatanê ku bi îşkenceya li ser welatiyên di rojevê de ye, duh êvarê “qedexeya derketina kolanan” hat îlankirin.