Li Reqa'yê şerê dijwar 2017-08-14 14:04:03 REQQA- Şervanên QSD`ê li taxa El-Berîd a Reqayê du maşîneyên bombebarkirî rûxandin û di navbera taxa Nezlet Şehade û Mensur, li taxa El-Berîd û El-Dereiyê şer didome. Hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê di roja 70`mîn de didome û şer di navbera şervanên QSD`ê û DAIŞ`ê bi dijwarî diqewimê. Li taxa El-Berîd ku dikeve rojavayê bajarê Reqayê di navbera şervanên QSD`ê û DAIŞ`ê şer giran rû da. Di de 4 DAIŞ hatin kuştin û şervanan du maşîniyên bombebarkirî ku dixwestin xwe bi şervanan de biteqînin, bê bandor kirin û rûxandin. Li taxa Reqa ya kevn dem bi dem di navbera şervanên QSD`ê û DAIŞ`ê şer rû dide. Ji aliyekî dîtir ve operasyonên şervanên QSD`ê yên paqijkirina taxên rizgarkirî didomin. Di vê çarçevê de şervanan li taxa Nezle Şehade ya dikeve başûrê bajarê Reqayê miqadarek ji çek û cebilxaneyên DAIŞ`ê dîtin. Di nava wan de 1 Termal, BKC û miqdarek ji guleyên wê, du B7, du kelaşinkof û 30 bombeyên dest ketin destê şervanan de. Niha jî di navbera taxa Nezlet Şehade û Mensur, li taxa El-Berîd û El-Dereiyê şer di navbera şervanên QSD`ê û DAIŞ`ê didome. Di van kêliyan de şerê dijwar heye. Di navbera taxa Nezlit Şahada û taxa Mansor de şerê dijwar ruda. Li taxa Berîd jî şer heye encamê wê ne diyare şer dewamdike. Li taxa Deriyê jî di van kêliyan de şer destpêkir heya niha didome. Komek nezî 20 kesan ji destê DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. Di navde birindar jî hene.