Nobedarên Wîcdan: Ji tecrîda li Îmraliyê re na 2017-08-14 14:22:00 WAN – Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Nadir Yildirim, di roja dawî ya Nobeta Wîcdan û Edaletê ya li Parka Aştiyê ya Musa Anter axivî û diyar kir ku ew tecrîdê qebûl nakin û muxatabê çareseriyê Rêberê Abdullah Ocalan e. Nobeta Wîcdan û Edaletê ya li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter ya Wanê di roja dawî de bekdewam kir. Di civîna dawî ya li Parka Musa Anter de Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Nadir Yildirim axivî û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Yildirim, anî ziman ku nobeta xwe ya Wîcdan û Edaletê li Wanê bi dawi dikin û sibê li Îzmirê dest pê dikin. Yildirim, destnîşan kir ku wan di 20'ê Tîrmehê de li Beşîktaşa Stenbolê deklerasyon parvekiribû û wiha got: "Di cewherê deklerasyonê de 3 kampanyayên bingehîn hene. Kampana yekem di siyaseta demokratîk de azadî, ya duyemîn ku hemû Tirkiye eleqeder dike pirsgireka azadiya kurdan û çareseriya demokratîk. Ev jî girêdayî şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e. Ya sêyemîn jî ji bo hemû beşên civakan ji bo fikrên siyasî edalet u azadi ye." Yildirim, da zanin ku pirsgirêka 100 salên dawî ya sereke pirsgirêka demokratîkbûn, edalet û azadiyê ye û wiha axivî: "Divê armanca her kesî ew be ku birsgirêka Tirkiye rast dîne holû ji bo çareseriyê berpirsiyariyê bide ser milê xwe. Em jî wekî partî diyar dikin ku pirsgirêka Tirkiye ya sereke çareserkirina pirsgirêka binpêkirina mafên kurdan e. Pirsgirêka kurdan nehatiye çareserkirin û bêtir tê kurkirin. Ev pirsgirêk herî zêde di serdema salên 2013 û 2015'an a bi birêz Ocalan re diyalog pêş ket me dît." Yildirim, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan digot "Erdogan an wê bibe Ozal û an jî wê bibe Çîller" wiha axivî: "Mixabin Erdogan, Çîller jî derbas kiriye." Yildirim bal kişand ser tevlêbûn û hêza Waniyan û wiha axivi: "Li gel zext û ablûkayê, gelê Wanê xwedîtî li Nobeta Wijdan û Edaletê kiriye. Hevdîtinên partiya me yên bi Rêzdar Ocalan re ne bi tenê li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn jî derfetên aştiyê afirandibû. Ocalan wê çaxê jî ji heyeta me re gotibû ku, heke em aştiyê pêk bînin û tifaqeke demokratîk ava bikin em ê karibin kêşeyên Rojhilata Navîn di çarçoveya demokratîk de çareser bikin. Rêzdar Ocalan gotibû, ‘Li pêşiya desthilatdariyê du rê hene. Yan wê bibin Ozal an jî wê Çîllerê jî derbas bikin. Lê niha em dibînin ku Erdogan nebû Ozal û Çîller jî derbas kiriye." 'RIZGARIYA WELAT BI ŞIKANDINA TECRÎDA ÎMRALIYÊ PÊKAN E' Yildirim, bal kişand ser pêvajoya diyaloga bi Ocalan re û wiha berdewam kir: "Rêzdar Ocalan di sala 2013’an de dema qala mekanîka darbeyê dikir qala dewleta paralel jî dikir. Erdogan jî di sala 2014’an de qala dewleta paralel kir. Em dixwazin bi zelalî bibêjin ku, çareseriya kêşeyên li welat bi çareseriya demokratîk a doza Kurdan pêk were. Rêya çareseriya demokratîk jî di destê Ocalan de ye. Bi vê mebestê em tecrîda li ser Ocalan şermezar dikin û em dixwazin bal bikişînin ser gotina Ocalan a ku di sala 1993’an de digot “Ez li mûxatabekî digerim.” Ji ber vê jî hedefa esasî ya vê serdema me ev e ku em tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin û divê Rêzdar Ocalan karibe fikrên xwe ji raya giştî re bibêje." 'FAŞÎZM BI TECRÎDÊ GEŞ DIKIN' Yildirim bal kişand ser hewldanên hikûmetê yên faşîzmê pêş dixin û wiha lê zêde kir: "Rêzdar Ocalan 2 sal û nîv in bi tu heyetê, 7 sal in ku bi parêzerên xwe û salek e jî bi malbata xwe nehatine cem hev. Vê rewşa Ocalan di hiqûqa herî beredayî de jî cihê wê tune. Di siyaseta cîhanê de tu mînaka vî tiştî tune. Ev tê wateya ku faşîzm ji nû ve tê tahkîmkirin. Divê em rewşên ku wê Hîtler jî derbas bikin bînin ber çavên xwe û têbikoşin. Di navenda vê têkoşînê de jî em Rêzdar Ocalan dibînin. Li ser vî esasî wê gelê me xurt be û li ser esasê demokrasiyê wê têkoşîna me bidome." DEMA OCALAN TÊ BÊDENGKIRIN ÇEK DIAXIVIN Yildirim, anî ziman ku piştî 5'ê Nîsana 2015'an û şûnde diyalog qut bû û çek ketin meriyetê û wha gğot: Ji 15'ê Sibata 1999'an û şûnde xwestin Birêz Ocalan bi tecrîdê bê bandor bikin. Wê demê çek ketin meriyetê û zêdetir çek teqiyan. Her cara ku Ocalan axivî çek bêdeng bûn. Her cara ku Ocalan hat tecrîd kirin çek ketin meriyetê. Îro jî piştî rêya heyetan hat girtin û tecrîd li ser Ocalan giran bû çek dîsa hatin teqandin û şer giran bûye. Bi taybetî pêvajoya di navbera salên 2013-2015'an de pêvajoyek dîrokî ye. Pêvajoya li Îmraliyê bi birêz Ocalan re pêş ket, ne tenê ji bo Tirkiye ji bo hemû Rojhilata Navîn bû çareserî û perspektif. Hemû pirsgirêkan rêya çareserî û demokratîkbûnê dît. Di notên hevditina bi birêz Ocalan de Ocalan got: ‘Ger ku em li tirkiye aştiyê pêk bînin me îtîfaq û yekîtiyek demokratîk pêk bînin, em dikarin li ser riya demokratikbûnê çareseriyê pêş bixin. Ocalan berê jî digot ji bo çareseriyê li muxatab digerim. Lê muxatab tune ye. Yek ji armanca sereke ya tekşîna me dawî lêhatine tecrîda li Îmraliyê ye. Avakirina şert û mercên ku Brêz Ocalan karibe bi axive azad bibe û şert û mercên tenduristiya wî baş bibe ye. 2 ysalên dawî qet agahî jê nayê girtin. Ev fikara me zêde dike em vê yekê qebûl nakin."