Dayika Eren ji Serokwezîr pirsî: Çima Eren birin wir? 2017-08-14 17:09:43 NAVENDA NÛÇEYAN – Dayika zarokê 15 salî Eren Bulbul yê tîmên taybet ew xistin pêşiya xwe û di şer de jiyana xwe ji dest da Ayşe Bulbul, bang li Serokwezîr Yildirim Bînalî kir û wiha got: "Ne ji sedî sed ji sedî 1000 îhmal e. Em ji Serokwezîr dipirsim Çima Eren birin cihê şer? Di 11'ê Tebaxê de li navçeya Maçka ya Trabzonê şer derket û di şer de zarokê 15 salî Eren Bulbul ku pêşengî ji tîmen taybet re kir û serbazekî te li operasyonê bû jiyana xwe ji dest dan. Dayika Eren Bulbul Ayşe Bulbul, ji ber ku timên taybet kurê wê birine herêma şer, bertekên xwe anîn ziman û wiha got: “Bila ji mere nebêjin terorîstan xwedi dikin û me tawanbar nekin. Me carekê agahî da qereqolê û piştre her dem li Eren geriyan. Çima her dem li Eren geriyan û çima li min negeriyan. Ev ne ji sedî 100, ji sedî 1000 îhmal e. Çima Eren birin wir. Ez dixwazim ku zanibim ku çima li pişt nimêja înê rawestandin û birin fêr bibim. Ez ji Serokwezîr û wezîran dipirsim û dixwazim fêr bibim ku çima Eren birin cihê şer? Xwestin fêr bibin ku bi rastî em wan xwedi dikin. Em dê çawa wan xwedî bikin? Ew di koka daristanê dene. Em dê çima wan xwedî bikin? Ger ku me xwedî kiribe çima em îxbar bikin. Yên ku îxbar kiribûn em bûn. Me îxbar kir mala me xera bû. Ez dixwazim fêr bibim ku çima kurê min birin operasyonê. Birayê Eren Çaglar Bulbul, ji bertek nîşanî polîsên taybet û tîmên taybet da û wiha got: "Zarokên 15 salî çima dibin şer?" û bertekên xwe anîn ziman.