Rojnameger Aziz Oruç hat berdan 2017-08-14 18:04:06 AMED - Rojnameger û Nûçegîhanê me dîhaberê Aziz Oruç, piştî îfade da serbest hat berdan Polîsan li ber deriyê ajansa dîhaberê Rojnameger û Nûçegîhanê me dîhaberê Aziz Oruç, piştî kontrola nasnameyê binçav kirin. Polisan piştî Oruç birin nexweşxaneyê ji wir birin Edliya Amedê. Oruç derxistin 3'emin Dadgeha Asliye Ceza ya Amedê. Hat zanin ku ji ber li 2’emin Asliye Ceza ya Çinarê der barê Oruç de doz hatiye vekirin û îfade nedaye, der barê Oruç de biryara binçavirinê hatiye dayîn. Oruç piştî li dadgehê îfade da hat berdan.