DSÎ'yê Kaniya Paşê zuha kir 2017-08-15 09:07:51 AMED - Li Taxa Şilbê ya Yenîşehîra Amedê ji ber Qenala Avê ya DSÎ'yê ku li taxê tê avakirin Kaniya Paşê zuha bû. Li Gundê Şilbê yê Navçeya Yenîşehîra Amedê ji ber Qenala DSÎ'yê ku li taxê tê avakirin Kaniya Paşê ya dîrokî zuha bû. Keyayê taxê Mehmet Nurî Bogurta, diyar kir ku wan bi dehan caran ji bo parastina kaniyê serî li Midûriyeta Turîzmê û Çandê ya Amedê da, lê rayedaran tu bersiv nedane wan. 500 SAL EMRÊ WÊ HEYE Keya Bogurta dest nîşan kir ku bi qasî 500 sal temenê Kaniya Paşê heye û ji serdema Osmaniyan maye. Keya Bogurta, bi lêv kir ku tê diyar kirin, dema karwan dihatin Sûrê û deriyê Sûrê girtî bûn, ji bo ku kerwan pêdiviyên xwe yên avê temîn bikin ev kanî hatiye avakirin. Bogurta, diyar kir ku piştî DSÎ'yê li taxê qenal vekir ava kaniyê zuha bû û wiha got: "Me bi dehan caran rayedar agahar kirin, lê tu xebat nehat kirin û ev kanî zuha bû. Welatiyên ji Erxenî, Gel û Pîrane dihatin li ser vê kaniyê av vedixwarin. Lê ji ber ku rayedar lê xwedî derneketin û ne parastin kanû zuha bû. Rayedarên DSÎ'yê diyar dikin ku Herema Ewlehiya Taybet tê avakirin. Lê tu tevdîr nehatine girtin.