Zeviya dewletê qimeta wê nezanî, welatî zanî 2017-08-15 09:08:26 SÊWAS - Li Sêwasê zeviya ku dewletê qîmeta wê nezanî û bê xwedî hişt, welatî Mehmet Yilmaz lê xwedî derket û 17 salin xwêya kevir hildiberîne. Li Gundê Hargun ê Navçeya Zara ya Sêwasê, zeviya ku dewletê qîmet nedayê û bê xwedî hişt, welatî lê xwedî derket. Welatî Mehmet Yilmaz 17 sal in li vê zeviyê xwêya kevir hildiberîne û debara xwe dike. Yilmaz, li Navçeya Zara ya 70 kilometre dûrî Sêwasê ye, 17 sal berê bi rêya îhalê ji Midûriyeta TEKEL'ê tesîsa xwêya xwezayî dewir girt û dest bi hilberîna xwê kir. Yilmaz, ani ziman ku li axa ku dewletê terkî qedera wê kir, dixebitîne û xwêya xwezayî hildiberîne. Yilmaz, ani ziman ku xwê bi tevahî xwezayî ye û ji keviran hildiberîne. Yilmaz, da zanîn ku 17 sal berê dema di destê dewlete de bû terkî qedera xwe hatibû kirin û piştî wî dewir girt û xebitand dest bi hilberîna xwê kir. Yilmaz, destnîşan kir ku ew kevirên ji zikê erdê derdixe diqelişîne û ava ku di nava wan re derbas dibe di hawizekî de dadimisile û piştre xwê derdikeve holê. Yilmaz, bi lêv kir ku xwêya ku ji keviran hildiberîne ji bo tenduristiyê gelek baş e û gelek kes bi taybetî xwê ji wî dixwazin û ji wî dikirin. Yilmaz, destnişan kir ku bi salan e debara xwe bi vê xwêyê dike û her çend zêde pere qezenc neke, dîsa jî kêfxweş e.