‘Girtiyên siyasi dê kincên yek rengî qebûl nekin' 2017-08-15 09:08:57 ENQERE - Fatin Kanat ku di dema darbeyê de li hemberî "kincên yektîpî" li ber xwe da, got ku ferzkirina "kincên yektîpî" wek mantiqa sepandina Naziyê ye û qethiyen dê girtiyên siyasî vê yekê qebûl nekin. Fatin Kanat, ku di wê demê de li girtîgehê li dijî sepandina "kincên yektîpî" ya 12'ê Îlonê ket greva birçîbûnê, der barê ferzkirina "kincên yektîpî" de axivî. Kanat, anî ziman ku yek ji qadên qudretê yên hikumdaran girtîgeh in û wiha axivî: "Hikumdar li girtîgehan qudreta xwe dihêçînin û li wir peyamê didin civakê." ‘EV FERZKIRINA PEYAMA EZ DIKARIM HER TIŞTÎ BIKIM BI XWE YE' Kanat, dest nîşan kir ku li girtîgehan ferzkirina "kincên yektîpî" tên wateya mueyideyên leşkerî û bi van ferzkirinan hemû mueyîdeyên leşkerî li girtiyan tên zorandin û dixwazin tîpeke mirovan a sertewandinê derînin holê. Kanat wiha domand: “Îdarekarên dema 12'ê Îlonê jî ji bo nîşan bidin ka 'çi qas hêzdar in, çi qas biqudret in' û ji bo pesend bikin ka 'çawa serê terorê ditewînin" kincên yektîpî sepandin. Helbet armanca vê sepandinê ew e ku îktîdar li gor dilê xwe her tiştî bike. Dixwazin bi profîla girtiyê ku li gor her tiştê wan tevbigere, peyama ferzkirina ez dikarim her tiştî bikim bidin." ‘NE KÊMÎ MANTIQA NAZIYÊ YE' Kanat, der barê sepandina kincên tektîpî ku niha tê xwestin dubare bê sepandin jî dest nîşan kir ku, di navbera feraseta 12'ê Îlonê û ya îroyîn de tu cudatî tune ne. Kanat wiha axivî: "Tu ferqa kincên yektîpî ku îro dubare xistine dewrê ji ya kincên yektîpî ku Nazî li cihûyan kirin tune ye. Yanî bifikirin kesên ketin girtîgehan ji ber wek dijmin tên dîtin huqûqa dijmanatiyê tê sepandin. Ji ber vê yekê dema mirov dinihêre kincên yektîpî dibe nîşane û wesîleya qudretê." ‘GRTIYÊN POLÎTÎK QETHIYEN QEBÛL NAKIN' Kanat, dest nîşan kir ku çi dibe bila bibe dê girtiyên polîtîk vê ferzkirina kincên yektîpî qebûl nekin. Kanat ku got "Kelepûreke têkoşîna ya girtiyên polîtîk heye" wiha axivî: "Heke ferzkirin sert be û veguhere pêvajoyeke berhevkirina hemû kincan, tu bikî nekî dê girtî li ber xwe bidin. Lê hêvî dikim pêvajo ber bi rewşeke wisa de neçe." ‘DIBE KU LI KESÊN KU WEK FETO'YÎ BI NAV DIKIN BIKIN' Kanat wiha axivî: “Dibe ku li koma ku wek FETO bi nav dikin bikin. Dê di ser wan de wek nîşaneya qudretê nîşanî civakê bidin. Lê dê rê li ber êşên mezin vebike. Belkî bibe sedema rojiyên mirinê yên nû, bibe sedema mirinên nû." Kanat, dubare kir ku ew bawer nake ku kincên yektîpî li girtiyên polîtîk bên ferzkirin û wiha diyar kir: "Li gor ceribînên xwe dibêjim, dê girtiyên polîtîk ên niha jî liv û tevgerên cuda nîşan nedin." Kanat, dest nîşan kir ku heke li Tirkiyeyê kincên yektîpî bê sepandin dê ji bo Tirkiyeyê maliyeta wê giran be û wiha axivî: "Di warê pratîkî de dê hemû girtîgeh serobino bibin. Heke tu kincên yektîpî ferz bikî dê tu li her derî şewatê gur dikî. Û mirov nizane ku dê şewata ku îro her diçe mezin dibe bigihê heta kuderê. Yanî dema vê sepandinê bidin destpêkirin dibe ku serê xwe têxin belayê."