Şahidên salên 90'î: Aqilê dewletê qet neguherî 2017-08-15 09:09:45 AMED - Jinên ku di salên 90'î de bûn şehidê şewitandina Licê, gotin ku operasyonên ku niha tên kirin jî bi heman armancê tên kirin û armanc ew e ku gundan vala bikin. Şahidan, dest nîşan kir ku niha Erdogan polîtîkaya nîvcomayî ya serokwezîra wê demê Tansû Çillerê temam dike û ji wê rojê heta niha aqilê dewletê neguheriye. Li Licêya Amedê tim operasyon tên lidarxistin. Li gel gelek wendahiyan jî dewlet bi tu awayî encamê wernagire. Şahidên salên 1990'î diyar kirin ku, bi taybetî Licê hedef tê girtin, ew ji salên 90'î hêzdartir in û ew ê destûrê nedin koçberiyeke din. Gulistan Tatar (60) ku di salên 90'î de bû şahidê şewitandina gundan, anî ziman ku wê demê gund dihatin şewitandin û hemû ciwanên gund li qada bejahiyî dihatin komkirin û îşkence li wan dihat kirin. Tatar, diyar kir ku ji ber îşkenceyê çend ciwan hatine qetilkirin. Tatar got ku bi şev bi ser malan de dihat girtin, leşkeran çek dispart serê gel û tu kes nema ku îşkence li wan nedihat kirin. ‘DEWLET TIM SIVÎL HEDEF GIRTIN' Tatar, anî ziman ku leşkeran ji gundiyan re digot "Ji bo çi hûn terorîstan dixin malên xwe? Ji bo çi hûn xwarinê didin wan? Heke ne ji we be ew ê tune bin" û bi ceryanê ew îşkence dikirin. Tatar, dest nîşan kir ku bi helîkopteran gule bera gundiyan didan û ji ber vê zarokên biçûk travma derbas dikirin. Tatar, diyar kir ku operasyonên salên 90'î sivîl hedef digirtin, gundî ji tirsa li malekê kom dibûn û bi sedan heywan telef bûn. ‘TRAVMAYA SALÊN 90'Î DIDOME' Tatar, diyar kir ku her wiha piştî îşkencekirinê çend sivîl li pêyî wesayîtan hatin girêdan û li nav gund hatin gerandin. Tatar, anî ziman ku di salên 90'î de gelek leşker û gerîla hatin kuştin û mêr bi zorê dişandin operasyonan. Tatar, dest nîşan kir ku kurê wê yê mezin jî di heman îşkenceyê re derbas bûye û hîn jî tesîra îşkenceyê li ser wî heye. DI NAVBERA OPERASYONAN DE CUDATÎ TUNE YE: ARMANC VALAKIRINA GUNDAN E Tatar, anî ziman ji bo gund bên valakirin mal dihatin şewitandin û wiha axivî: "Operasyonên niha jî bi heman mebestê tên kirin. Di navbera wan de tu cudatî tune ye. Me di salên 90'î de heta dawî li ber xwe da. Bi zorê em ji gundên me derxistin. Du alternatîf berpêşî me hatin kirin; ya hûn ê gund vala bikin ya jî hûn ê bimirin. Em mecbûr man. Piştî salan me careke din gundên xwe zînde kirin. Me mal çêkirin, dar danîn. Bi operasyonên niha jî heman tiştî dikin. Lê belê em ji salên 90'î hêzdartir in. Wê demê me li ber xwe da. Em ê niha jî li ber xwe bidin." ‘DI SALÊN 90'Î DE LICÊ, NIHA JÎ CIZÎR' Tatar, anî ziman ku ew ê careke din destûrê nedin ku malên wan bên şewitandin û wiha got: "Polîtîkaya dewletê ya li hemberî gundan tu carî neguherî. Niha jî pirsên di salên 90'î de dipirsîn, ji gundiyan dikin. Îşkenceyê dikin. Di salên 90'î de bi rûnê asfaltê gundî dişewitandin. Niha jî di jêrzemînan de bi saxî dişewitînin. Aqilê vê dewletê qet neguheriye. Wê demê jî îşkence li mirovan dikirin û wan li paş erebeyan girêdidan û digerandin, niha jî heman tiştî dikin. Min xwe dîtiye û nedîtiye ev polîtîka wisa domandiye. Niha jî bi zext û zoriyan gelê sivîl hedef digirin. Erdogan, polîtîkaya nîvcomayî ya Tansu Çillerê temam dike." ‘EM Ê GUNDÊN XWE NETERIKÎNIN' Vahide Togay, jî anî ziman ku di salên 90'î de ew nû zewicî bû û wê demê gund bi zorê dihatin valakirin û şewitandin. Togay, got ku ji ber vê gundî koçberî bajaran bûne û bi zorê debara xwe dikirin. Togay, diyar kir ku piştî 12 salan şûnde ew dubare vegeriyane gundê xwe û wan ji nû ve gundê xwe zînde kiriye, lê belê hema bêje dîsa mehê carekê operasyon tên lidarxistin. Togay, got ku zext û zorî li ser gundiyan hene û bi şev balafirên keşfê digerin û ji ber van balafiran ew nikarin derkevin derve. Togay, dest nîşan kir ku niha jî dewlet heman polîtîkayê li ser Licê dimeşîne, lê belê ew ê gundê xwe neterikînin.