Welatiyan îşkence vegot 2017-08-15 12:18:24 COLEMÊRG – Şêniyên gundê Şapatanê yên rastî îşkenceyê hatin serî li dozgeriyê dan. Welatiyan kitekitên serlêdana xwe vegotin. Li gundê Şapatanê yê bi ser navçeya Şemzînana Colemêrgê ve di 6’ê tebaxê de polîsên tîmên taybet bi ser gund de girtin. Piştî welatî li gund di îşkenceyê de hatin derbaskirin 38 welatî binçavkirin û birin Midûriyeta Polîsan a Şemzînanê û li vir jî îşkenceya li ser 38 welatiyan dewam kir. 38 welatiyên bi îşkenceyê re rû bi rû man serî li Serdozgeriya Komarê ya Şemzînanê dan û bi hinceta “Îşkence, eziyet û peywîra xwe xerab meşandine" giliyê polîsên tîmên taybet û bijîşka bi navê Elîf Ç. a li Nexweşxaneya Şemzînanê dixebite kirin. Welatiyan di giliyê sûc de behsa hemû kitetên bûyerê kirin. Welatiyên di daxwaznameyên xwe yên radestî dozgeriyê kirin de wiha behsa îşkenceyê kirin: ‘POLÎSAN BI XORTOMÊ LI PIŞTA ME DA’ Serkan Tekîn: “Ez li mal bûm deriyê min lê da. Polîsên tîmên taybet ji me re gotin bi tevî nasnameya xwe ve biçin ber mizgefta Dereboyu. Li ber mizgeftê bêyî ku ku li GBT’a min bipirsin heta 5 deqîqeyan berê min dan dîwar. Pişt re panzêrek hat. Li ser hev me li vê panzêrê siwar kirin û Midûriyeta Polîsan a Şemzînanê. 4 polîsên sivîl ku me daxistin dest bi derpkirinê kirin. Heta me derxistin qata 3’emîn a emniyete jî li me dan. Her wiha heqaret li min kirin. Li qata 3’emîn a Amirtiya Buroya TEM’ê polîsên tîmên taybet û polîsên sivîl li me dan û heqaret li me kirin. Ji polîsek ku li me da temenê wî 35-40 salî bû. Hinek qelew, por spî û rûyê wî hebû. Vî kesê ez behsa wî dikim bi xortomê li pişta me 20 kesan da. Me bi 3 koman anîn Midûriyetê û bi xortomê li koma me dan. Ez ji polîsên tîmên taybet û polîsên sivîl ên ku li min dan û heqaret li min kirin gilîdar û dawekarim. Heke ku karê tehşhîsê bê kirin ez kesên min derp kirin teşhis bikim.” ‘LÊDAN NÛ DEST PÊ DIKE’ Nêçîr Şengul: “Ez li mal bûm deriyê min lê da. Piştî min derî vekir ez rastî lêdan û heqareta polîsên tîmên taybet hatim. Pişt re min û 10 kesê li cem min li panzêrê siwar kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê. Dema me li ber midûriyetê peya kirin carek din tîmên taybet min derp kirin. Gelek polîsan li me de ji ber hemûyan nas nakim. Li Midûriyetê me derxistin qata 3’emîn. Li odeyê polîsek temenê wî li derdora 35-40’an porê wî spî û bi rî hebû. Ez û 10 kesên bi hev re me xistin odeyê. Vî polîsê ez behsa wî dikim ji me re got ‘Hêj we lêdanê nexwariye, lêdan hêj ji nû ve dest pê dike.’ Pişt re palê me hemûyan da dîwar. Pişt re me li erdê dirêj kir û bi darê paspasê li pişta me da. Li emniyetê der barê vî kesî de min îfade dabû. Polîsan karê tehşhîsê jî bi min dan kirin, lê belê li ser wêne wî şexsê li min da min wî nas nekir. Dema wî kesî bi awaeykî zindî bînin cem min ez ê wî nas bikim. Ez dozdarê polîsên tîmên taybet û polîsên sivîl ên li min dane.” Li gel Şengul û Tekîn 36 welatiyên din jî bi heman naverokê daxwazname radestî dozgeriyê kirin.