Di serdegirtina malê de kurdî qedexe kirin 2017-08-15 12:21:05 STENBOL - Polîsan li Stenbolê bi ser mala Yagmahan de girtin û ciwana 18 salî Ayşe Yagmahan binçavkirin. Polîsan destê Ayşe Yagmahan li pişt wê kelepçe kirin û îşkence lê kirin. Birayê Ayşe Reşat Yagmahan bertek nîşan da û got: "Polîsan di serdegirtina malê de kurdî jî li me qedexe kirin." Polisan di saetên serê sibê yê 14'e tebaxê de bi ser gelek malan d8e girtin û 12 kes binçavkirin. Yek ji kesa hat binçavkirin Ayşe Yagmahan a mala wan li taxa Hacı Ahmet ya Beyoglu ye. Ayşe Yagmahan a 18 salî dema hat binçavkirin destê wê li pişt wê hat kelepçekirin û rastî îşkenceyê hat. Birayê Ayşe Reşat Yagmahan bertek nîşanî îşkenceya polîs û tîmên tevgera taybet da û wiha go: "Polîsên tîmên taybet bi ser malê de girtin û îşkence kirin. Dema em bi kurdî axivîn kurdî li me qedexe kirin. Polîs bi qirika min girt û li erdê li min da. Xwişka min Ayşe li erdê dirêj kir û bi zorê destê wê li pişt wê kelepçe kir. Polîsê tîma taybet neheqî li me kir û li erdê li me da. Kurdî li me qedexe kir u destûr neda ku em bi kurdî bi axivin. Piştî xwişka min binçav kirin destûr nedan ku bi parêzer re hevditin bike. Min ji Nexweşxaneya Etfal a Şîşliyê rapora darbkirinê stend. " Dayika Ayşe Nezrife Yagmahan jî anî ziman ku wê heta niha tundî û îşkenceyek wisa û bê ahhaqiyek wisa qirej nedîtiye û bertekên xwe anî ziman. Dayik Nazife wiha got: "Tu sûcê keça min tune. Hat li malê geriyan, lê tiştek nedîtin. Min wisa bê ahlaqîyek mezin nedîtiye. Li kurê min xistin û zilm li me kirin. Xwedê belaya xwe bide wan."