Nobeta Wîcdan û Edaletê li Îzmirê dest pê kir 2017-08-15 14:46:35 ÎZMÎR – Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê ku li Qada Gundogdu ya Îzmirê pêk bê, bi meşê dest pê kir. HDP'iyan banga tevlêbûna nobetê kirin. Polîsan rojnameger û dayikên aştiyê newistin qada nobetê. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî nobeta Wîcdan û Edaletê li Amed, Stenbol û Wanê girt, niha jî derbasî Îzmirê bû. Nobeta Wîcdan û Edaletê ya li Qada Gundogdu ya Îzmirê bi meşê dest pê kir. Nobet dê hefteyekî bidome. Wekilên HDP'ê û rêveberên HDP'ê ku li pêş Navenda Çandê ya Turkan Saylan kom bûn, heta Qada Gundogdu ya Îzmirê meşiyan. Wekîlên HDP'ê beriya meşê li Pêş Navenda Çandê ya Turkan Saylan daxuyanî dan. Li ser navê komê Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, diyar kir ku dema ketin vê rêyê siyaseta sivîl û demokratîk esas girtin û ketin rê. BANG LI ÎZMÎRÎYAN KIRIN Yildirim, anî ziman ku wan di 20'ê Tîrmehê de deklerasyona ji 9 xalan pêk dihat aşkere kir û di 25'ê Tîrmehê de li Amedê dest bi Nobeta Wîcdan û Edaletê kirin û li Stenbol, Wanê berdewam kirin û wiha got: "Niha jî em Li Îzmirê nobetê berdewam dikin. Ji ber vê yekê em kêfxeşin. Îzmir Tirkiye ye. Tirkiye Îzmir e. Me tu carî piştgirî neda polîtîkaya ku serokên partiyan û wekîlan digire." Di meşa ku polisan ew dorpêç kirin de, komê be navber siloganên "Heq, hiqûq edalet" berz kirin. Wekîlên HDP’ê ku ku ji bilî rêveberên bajar û navçeyê hilnedan hundir û destûr neda gel tev li leşê bibe, di bin dorpêça polîsan de hate qada Gundogdu meşiyan. Polîsên ku li Amedê Parka Ekîn Ceren, li Stenbolê Parak Yogurtçu û li Wanê Parka Musa Anter dorpêç kirin, li Îzmirê jî Qada Gundogdu bi zirxan dorpêç kirin. Alav û amûrên ku ji bo nobetê xistin hundir jî yek bi yek di lêgerînê re derbas bûn u piştre xistin hundir. HDP'iyan anîn ziman ku polîsan destur neda ku ceyranê, pergala deng û sîwanê derbasî hundirê qadê bikin. Polîsan destûr neda ku rojnameger, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê derbasî qadê bibin. Rojnamegerên ku xwestin têkevin qadê bi hinceta karta wan a zer tune rastî astengiyên polîsan hatin. HDP'iyên ku helwesta polîsan bi siloganan şermezar kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Polisên ku bi tundî êrîşî HDP'iyan kirin 2 kes binçavkirin. Polîsan rêveberên Şaxa ÎHD ya Îzimrê jî darp kirin. Raqeyiya li qada Nobetê di navbera wekîl û polîsan de didome.