Rojnamegerên Derve: Emê parvekirina heqîqetê bidomînin 2017-08-15 15:25:38 STENBOL – Rojnamegerên Derve bersiv dan nûçeyên berovajî yên medya nêzî AKP’ê û got “Em ê bi gel re parvekirina heqîqetê bidomînin” û aşkere kirin ku dê giliyê sûc bikin Rojnamegerên Derve ku nav li xwe kirine û dozên hempîşeyên xwe girtî dişopînin û nûçeyên wan çêdikin nerazîbûn nîşanî nûçeyên çewt û berovajî yên medya nêzî desthilatdariyê dan. Gelek rojnameger ku doza Rojnameya Cumhuriyetê şopandin û nûçeyan çêkirin bi sûcê wek “Xwe ji bo rageşî û serî rakirin amade dikin” rû bi rû mabûn. Li gel ku Rojnamegerên Derve daxuyanî dan jî dîsa hedef hatin nîşandan. Li ser vê yekê rojnamegeran nerazîbûn nîşan da û xwe ji bo gilîkirina sûc amade dikin. Rojnamegerên Derve di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku der barê wan de gav bi gav kumpasek heye û ji rojnamegerên Cumhuriyetê bigire heta parêzvanê mafê mirovan bi hefteyane hedef tên nîşandan. Rojnamegerên Derve da zanîn ku ew ji aliyê rojnameyên mîna Turkiye, Guneş, Sabah, Akşam û Star yên nêzî desthilatdariyê hedef tên nîşandan û bi nûçeyên derew îftîra diavêjin ser wan û hemû nûçeyên wan derewîn tên serwîskirin. Rojnamgerên Derve da xuyakirin ku dê ew ê têkildarî nûçeyên derewîn û hedef nîşandayî de giliyê sûc bikin.