Girtiyên jin dest bi grevabirçîbûnê ya bêdorveger kirin 2017-08-15 16:06:06 MÊRSÎN – Li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Tarsus 12 girtiyên jin, ji bo mafê xwe yê zagonî dest bi greva birçûnê ya bêdorveger kirin. Parêzer Tugay Bek diyar kir ku rewşa li girtîgehê gomaman avadike û got divê daxazên girtiyan bên qebûl kirin. Li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Tarsusê ku bi îşkencê û binpêkirinên mafan ji rojevê dernakeve, girtî ji bo şert û merc bên sererast kirin, bi armanca hişyariyê ji bo 5 rojan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê ku şert û mercên girtîgehê nehatin sererast kirin, 12 girtiyên jin îro dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Serokê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Edeneyê Parêzer Tugay Bek bi jinên girtî re ku hevdîtin pêk anî, diyar kir ku piştî çalakiya hişyariyê ku şert û mercên girtîgehê nehatin sererast kirin, 12 girtiyên jin dest bi çalakiya greva birçûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. DAXWAZÊM GIRTIYAN Bek, daxwazên girtiyên jin wiha rêz kir: “Mafê wan ê zagonî naskirin, têkildarî gardiyanên di derketin girtîgehêde li wan dixwin, lêpirsîn bê vekirin, qedexeya şandina nemeyan û daxwaznameyan bê rakirin, bidawî anîna ferzkirina lêgerîna tazî, daxwazên girtiyan ên ji bo çûyîna nexweşxanê û revîrê bên qebûlkirin û pêkanîna ‘kincên yek reng’ nexin periyetê ye.” 'REWŞ BI GOMAN E' Bek dest nîşan kir ku ewşa li girtîgehê bigoman e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê dimildest ev bêmafî ji holê were rakirin. Girtî mafên xwe yên zagonî dixwazin. Dixwazin binpêkirinên şkandina rûmetê bi dawî bibin, muxatap bên girtin, ewlehiya canê wan bê girtin û mafê xwe yê tendirûstiyê bikarbîn in.”