Beriya doza Tuncel û Kişanak dest pê bike taloq kirin 2017-08-15 16:25:49 MELETÎ – Rûniştina doza Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Amedê Gultan Kişanak bêyî ku dest pê bike parêzer ji ber temaşevan hilnedan salonê û polîs bi çek ketin rûniştinê salonê terikandin. Doz beriya dest pê bike hat taloqkirin. 3’emîn rûniştina doza Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak bi hinceta “ewlehiyê” li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hat dîtin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Parlamenterê HDP’ê Ziya Pîr, Alîkara Hevserokên Giştî yên DBP’ê Hacer Ozdemîr, rêveberên HDP û DBP, malbat û xizmên Tuncel û Kişanak ji bo dozê hatin Edliya Meletiyê. Di dozê de gelek parêzer jî amade bûn. Divê doz saet li 14.00'an dest pê bikira lê saetek dereng dest pê kir. Bi hinceta cihê rûniştinê li salona dozê tune ye li ser fermana serokê dadgehê ne hiştin kes dozê bişopîne. Malbatan bertek nîşanî astengkirina şopandina dozê da. Parêzeran bi heyeta dadgehê re hevdîtin kir û diyar kir ku heke kesî bernedin salonê de ji dozê vekişin. Parêzeran di heman deme bertek nîşanî li salonê cih girtina polîsên bi çek jî da. Heyeta dadgehê got ku ew ê tu kesî hilnedin hundir û li ser vê yekê parêzer ji dozê vekişiyan. Bi vekişandina parêzeran re doz taloqî 15’ê îlonê hat kirin. Tuncel û Kişanak bi giştî ji 385 sal ceza tên darizandin.