Di sîrgûna 12 saetan de av nedan girtiyan 2017-08-15 16:58:16 GUMUŞXANE – Li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhanê 30 girtiyên bêyî daxwaz wan, sîrgûnê girtîhên beşên 1 û 2 yên Elezîzê kirin. Di sîrgûna 12 saetan de ev nedan girtiyan. Li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhanê gardiyanan di 17’ê Tirmaha 2017’an de, li odeya girtiyên siyasî lê diman 3 çaran lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerînê, rayedarê girtîgehê destûr da girtiyan, ku tenê pêdiviyên xwe yên rojane bigrin ba xwe û bloka girtiyan guhertin. Piştre jî bêyî daxwaz girtiyan, 30 girtiyên siyasî sîrgûnê Beşên 1 û 2 yên Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Elezîzê kirin. GIRTIYAN DI HUCREYANDE RADIGRIN Girtiyên hatin sîrgûnkirin 12 saetan bi kelepçekirî di rîngê de girtin û av nedan wan. Girtiyên ku birin odeya çavdêriya girtîgehê, piştre yek bi yek xistin hucreyan. Navê girtiyên sîrgûnê kijan girtîgehan hatin kirin wihann e: Beşa 1 a Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Elezîzê: Talîp Kalin, Leşker Acar, Kaçak Demîrcî, Şerafettîn Ozalp, Abdullah Şaşmaz, Engur Tuncay, Murat Eser, Mesut Bagcik, Serdar Şîtîlay, Kutbettîn Elbîr, Metîn Serhat, Emrah Abay, Musa Candemîır, Bulent Akar, Firat Nebîoglu, Ozay Ozer, Ozkan Dogan, Ender Taş, Murat Çelîk. Beşa 2 ya Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Elezîzê: Mustafa Geylanî, M. Salîh Erden, M. Emîn Dogan, Mahmut Çakmak, Azad Çîçga, Tahîr Temel, Beyar Ugurlu, Adnan Çaki, Çetîn Atlan, Kasim Sozen, Necat Taşan.