Wekîl Zeydan ji ber kelepçeyê red dike nayê dermankirin 2017-08-16 09:55:29 ENQERE – Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan ji ber dermankirina bi kelepçe qebul nakin nayê dermankirin. Daxwaza rayedaran a dixwazin Hevserokên Giştî yên HDP’ê Demirdaş û wekîlên HDP’ê bi kelepçe bibin nexweşxaneyan u dadgehe didome. Piştî ku Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş kelepçeyê red kir û wî neanîn dadgehê. Vê carê jî xwestin Parlementerê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan kelepçe bikin û wî ji bo dermankirinê bibin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku dê Zeydan ji bo nexweşiya kolonoskopî biçe nexweşxaneyê. BERIYA NIHA BÊ KELEPÇE BIRIN Abdullah Zeydan bi rêya parêzerên xwe ev agahî parvekirin: “Ji ber aziciya mîdeya xwe 20 roj berê bêyî destên min kelepçe bikin min birin Nexweşxaneya Zanîngeha Trakya. Piştî encamên tetkîkê ji min re hat gotin ku dê ji bo teşhîsê kolonoskopî bê kirin. Ji min re hat gotin ku dê roja 15’ê tebaxê min bibin nexweşxaneyê. EM VÎNA GELÊ XWE BÊRÛMET NAKIN Beriya ez biçim nexweşxaneyê 5 rojan min dermankirinek giran derbas kir. Dema dê min bibirina nexweşxaneyê leşkerên girêdayî Wezareta Karê Hundir ji ber fermana ku girtine gotin ku dê destê min kelepçe bikin. Wezîrê Karê Hundir ê ku ji bo DAIŞ’î fermana kelepçekirinê nade lê ji bo wekîlên HDP’ê yên ku nûneriya vîna gel dikin fermana kelepçekirinê dide. Min jî ev ferman qebûl nekir. Dema ez vê pêkanînê qebûl bikim, ez ê li hember vîna gel bêrêziyê bikim. Fermana kelepçekirina vîna gel kîn û nefreta AKP’ê ya li dijî vîna gel dide nîşandan. Bila gumana tu kesî çênebe em ê bi serbilindî û birûmetî xwedî li vîna gelê xwe derbikevin û em ê bêrûmetiyê qebûl nekin.” Ji ber ku Zeydan kelepçe qebûl nekir ew nebirin nexweşxaneyê.