46 DAIŞ li Reqqa hatin kuştin 2017-08-16 11:29:02 REQQA- Operasyona Cenga Mezin di roja 72'an de li Reqqa berdewam dike. Di şer de 46 endamên DAIŞ'ê hatin kuştin û 2 endamên QSD jiyana xwe ji dest dan. Hemleya rizgarkirina Reqqayê ya Cenga Mezin di roja 72`an de bi pêşketina şervanên QSD`ê dewam dike. Ji şevê din ve li taxên Mansûra û Reşîd ên dikeve rojhilatê bajêr şer bi dijwarî didome. Di şerê du şevan de li taxa Mansûra 13 endamên DAIŞ'ê û duh bi şev jî li taxa Reşîd 19 endamên DAIŞ'ê hatin kuştin. Dîsa li Taxa Reşîd endamekî DAIŞ'ê bi saxî ket destê şervanan û erebeyek bombebarkirî hat ruxandin. Li taxa Nezlêt Şihadê ya başûrê bajêr jî şer derket û 9 DAIŞ hatin kuştin. Li vir jî şervanan erebeyeke DAIŞ'ê hat rûxandin. Li taxa Deriyê ya rojavayê bajar jî şer qewimî û li gor agahiyên hatin bidestxistin 5 DAIŞ hatin kuştin û du erebeyên bombebarkirî ji aliyê şervanan ve hatin ruxandin. Di van şeran de du şervanên QSD`ê şehîd bûn û 6 jî birîndar bûn.