Partiya di bin dorpêça hikûmet û darazê de: DBP 2017-08-17 09:10:25 AMED - Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ku di hilbijartinên herêmî de 106 şaredarî bi dest xistin, piştî hikûmetê pêvajoya çareseriyê xera kir û li herêmê şer da destpêkirin bi darê zarê qeyûm tayînî 86 şaredariyan kir. Hevseroka Giştî jî di navde bi hezaran endam û rêveberên wê hatin girtin. Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP), di 3'emîn kongreya xwe ya 11'ê Tîrmeha 2014'an de navê xwe guhert û bi navê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), dest bi karê rexistinbûnê û siyasetê kir. DBP, di serdema çareseriya demokratîk de rola herî çalak û bi tevger girt ser milê xwe. Piştî "Mutabaqata Dolmabahçe" ya 28'ê Sibata 2015'an, Serokê AKP'ê Erdogan got ez masê qebul nakim û pêvajo di dolabê de ye. Erdogan got çareserî mareserî tune ye. Piştî vê daxuyaniyê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîd giran kirin û rê li hevditinan qut kirin. Li herêmê dest bi şer kirin. Li dijî DBP ku di hilbijartina 30'ê Adara 2014'an de 3 şaredariyên bajarên mezin, 8 bajar û 95 navçe qezenç kirin, operasyonên siyasî yên binçavkirin û girtinê zêde bûn. HER DEM HEVSEROKEK GÎRTÎ MA Piştî operasyonên binçavkirin û girtinê li dijî DBP’ê zêde bû her dem ji 2 hevserokan yek jê girtî ma. Her dem hevserokek girtî yek serbest ma. Di 13'ê Gulana 2016'an de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek hat girtin. Dema Yuksel girtî bû di 4'emîn Kongreya DBP'ê ya 28'ê Gulana 2016'an de Kamuran Yuksek û Sebahat Tuncel hatin hilbijartin. Tuncel, demek dirêj ji ber Kamuran Yuksek girtî bû bi tena serê xwe hevserokatiya DBP'ê kir. Kamuran Yuksek di 7'ê Cotmeha 2016'an de hat berdan. Yuksek piştî hat berdan mehek şûnde di 6'ê Mijdara 2016'an de vê carê Sebahat Tuncel hat girtin. Vê carê ji ber Tuncel hat girtin, Yuksek ji bi tena serê xwe hevserokatiya DBP'ê kir. Piştî ku di 28'ê Adara 2017'an de 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 8 sal û 9 meh ceza li Yuksek birî, ji ber ku Yuksek li dervê welat bû carek din nehat Tirkiyeyê. Ji ber ku Yuksek li derveyê welat ma û Tuncel jî girtî bû DBP bê hevserok ma. Ji ber vê yekê Gulcihan Şimşek peywira hevserokatiya DBP'ê girt ser milê xwe. Di 7'ê Tîrmehê de bi hişyariya “Bi Civaka Ronî dibe ber bi Pêşeroja Azad ve" 4'emîn Kongreya Awarte li dar xist. Di vê kongreyê de Mehmet Arslan û Sebahat Tuncel wekî Hevserokên Giştî yên DBP'ê hatin hilbijartin. Lê ji ber Tuncel girtî bû dîsa DBP bi yek hevserokî hat rêvebirin. Dîsa hevserokek girtî yek li derve ma. Herî dawî Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan jî di 12'ê Tebaxê de hat binçavkirin û piştî 6 rojên di bin çavan de duh bi şev hat berdan. Li aliyê din piştî ku pêvajo hat xerakirin û piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê îktîdarê çav berda şaredariyên DBP’ê û bi riya qeyûman şaredarî desteser kirin. Piştî OHAL îlan kir û Rejîma KHK xist meriyetê Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala ji peywirê girt û li şûna wî Suleyman Soylu kir Wezîrê Karên Hundir. Piştî Wezîr Suleyman Soylu di 31'ê Tebaxa 2016'an de dest bi kar kir, 12 roj şûnde di 11'ê Îlonê de 24 Şaredariyên DBP’ê bi riya qeyûman desteser kir. Piştî Soylu hat ser kar pêl bi pêl qeyûm tayîn kir û heta niha ji 106 şaredariyên DBP’ê 86 şaredarî bi riya qeyûman desteser kiriye. 92 hevşaredarên DBP'ê hatin girtin. Hêj 69 hevşaredar girtî ne. Wezîrê Karên Hundir 3 Şaredariyên Bajarên Mezin, 8 bajar, 75 şaredariyên navçeyan bi riya qeyûman desteser kir. Li 5 hevşaredaran 52 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîn. Darazê di vê pevajoyê de li Hevşaredarê Sûrê Seyit Narin: 10 sal, Hevşaredarê Dersimê Mehmet Ali Bul: 8 sal û 9 meh, Hevşaredara Erdtîşê Diba Keskin: 13 sal û 9 meh, Hevşaredarê Colemêrgê Nurullah Çiftçi: 10 sal, Hevşaredara Colemêrgê Dîlek Hatipoglu: 10 sal cezayê girtîgehê birî. Piştî Wezareta Karên Hundir qeyûm tayînî 86 şaredariyên DBP'ê kir, hemû saziyên di bin banên şareadiriyê de xebatê dikirin hatin girtin û ên kurdî kirin tirkî.