Kurkçu: Di rojeva me de ne hilbijartin tifaqa civakî heye 2017-08-17 11:38:17 ÎZMÎR - Parlamenterê HDP'ê Ertugrul Kurkçu, di nobeta Îzmirê de hewldana avakirina tifaqê û hilbijartina 2019'an nirxand. Kurkçu, diyar kir ku di hilbijartina 16'ê Nisanê de AKP li Kurdistanê û 12 bajarê mezin têk çûye û wiha got: "Di rojeva me de îtîfaqa hilbijartinê tune ye. Li dijî feraseta faşizmê îtîfaqa civakî heye." Nobeta Wîcdan û Edaletê ya HDP'ê li Qada Gundogdu di roja 3'emîn de berdewam dike. Nobet ji roja ewil de rastî eleqeyek mezin a ziyaretvanan tê. Di nobetê de wekilê HDP'ê yê Îzmirê Ertugrul Kurkçu, li ser hilbijartina 2019'an û hewldanên wan ên îtîfaqê axivî. Kurkçu, anî ziman ku di nobetê de wekîlên wan û piştgiriyên wan rastî lêdanê hatin û wiha got: "Ji ber ku nobeta li Îzmirê rastî salvegera 15'ê tebaxê hat, polîs û rayedar xistin nava tirsek mezin û wiha got: "Midûriyeta polîsan a Îzmirê di ezmûnek xerab re derbas bû. Nekarîbu rageşiyê kontrol bike. Ewlehî û siyaset tev li hev kir û paşve kişiya. Îzmir divê ji du aliyan ve bê dîtin. Milekî bi rêxistinkirî, milê din jî yê giştî ye. Dema me deklerasyon aşkere kir, milê rexistin bi lezgîn bersiv da. Diyar kirin ku li pişt deklerasyonê ne û ketin nava amadekariyan. Lê medya hikumetê bi nûçeyên “Gel HDP terk kir" weşand. Medya rastiyê berovajî û şolî dike." ‘PIŞTGIRIYA HDP’Ê JI 1'Ê MIJDARÊ ZÊDETIR E' Kurkçu, anî ziman ku her çend medya îktîdarê rastiyan berovajî bike jî piştgiriya li hemberî HDP'ê ji serdema hilbijartina 1ê Mijdarê zêdetir e. Ji ber vê yekê Serokê AKP'ê Erdogan her kesî digire û davêje zindanan. Şerê derûnî daye destpêkirin. Medya îktîdarê jî şerê derûnî û taybet ê îktîdarê geş dike." EM ÎTÎFAQA HILBIJARTINÊ NIQAŞ NAKIN Kurkçu, da zanîn ku hin derdor diyar dikin ku HDP ketiye nava hewldana îtîfaqa hilbijartinê û wiha got: "Ev ne rast e. Em niha îtîfaqa hilbijartinê niqaş nakin. Tu perspektifa me ya îtifaqa hilbijartinê tune ye. Yên li ser hilbijartin û îtîfaqa hilbijartinê diaxivin divê berî her tiştî li ser ewlehî û şertên hilbijartinê niqaş bikin. Dê hilbijartin di nava edaletek çawa de pêk bê. Divê her kes referanuma 16'ê Nisanê ji bo xwe bike guhar. Yên referandum di nava OHAL'ê de pêk anîn dê her tiştî bikin. Dê disa hilbijartin di nava OHAL'ê de pêk bê. Dê OHAL bê rakirin? Zagona hilbijartinê ya partiyan dê çi bibe? Ji bo me îtîfaqa civakan a li dijî faşîzmê heye. Berî her tiştî divê em li dijî faşîzmê îtîfaqa civakan ava bikin û xurt bikin. Divê em îtîfaqa civakî pêş bixin. Bingeha herî mezin a avakirina vê îtîfaqa civakî gelê kurd û jin in. Hem li Kurdistanê û hem jî li Rojava kurd û jin faktor û hêzên herî mezin ên avakirina îtîfaqê ne. Di referanduma 16'ê Nîsanê de jî ev hêz û tablo derket holê. Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan di referandumê de têk çû. Li Kurdistanê û 12 bajarên zeni têk çû. Rewşa CHP’ê de çi be. Di vê pêvajoyê de divê CHP helwest û sekna xwe diyar bike. Niha "Plana Tevgera Hilweşînê" xistine meriyetê. Bi hinceta xendekan li Kurdistanê şer xistin meriyetê. CHP'ê jî li cem vê planê cihê xwe girt. Tasfiyekirina HDP'ê ya li meclîsê erê kir. Ger ku iro wekîlên me girtî bin, sedema wê ya herî mezin CHP ye. Em vê yekê nikarin ji bîr bikin. Bi milyonan kesen dengê xwe daye CHP'ê heye. Divê hemû di qada îtîfaqa civaki de bibin yek. Em dixwazin vê girseyê li dijî faşîzmê bikin yek.