Hişyarî: Li bendê ye erdheja zêdeyî hêza 7 pêl rû bide 2017-08-17 11:39:11 STENBOL – Midûrê Enstîtuya Lêkolînê ya Erdhej û Nêrîngeha Qendîlli ya Zanîngeha Bogazîçiyê Prof. Dr Haluk Ozener diyar kir ku ew li bendê ne erdhej çêbibe û wiha axivî: “Di demek nêz de, dê li Marmara yê erdhejek di ser pêla 7 re rû bide. Divê welatî hişyar tev bigerin." Midûrê Enstîtuya Lêkolînê ya Erdhej û Nêrîngeha Qendîllî ya Zanîngeha Bogazîçiyê Prof. Dr Haluk Ozener di salvegera 18’emîn a Erdheja Marmara yê de daxuyanî da û ji bo Stenbolê hişkarî kir. Ozener da zanîn ku ew li bendêne erdhej rû bide û wiha got: “Dê li Mamarayê di demek nêz de erdhejek zedeyî hêza 7 pêl rûbide. Em nikarin bêjin dê kîjan rojî de pêk bê, lê em li benda erdhejek wihane.”