QSD'ê 96 endamên DAIŞ'ê efû kir 2017-08-17 12:29:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Sivîl a Reqayê 96 endamên DAIŞ'ê yên teslîmê QSD'ê bûn, efû kir. Hat diyarkirin ku ev kes tev li xebatên şerî yên DAIŞ'ê nebûne, bi armanca baweriya di navbera sivîlên Reqayê de çêbibe, ew serbest berdane. Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî Reqayê dewam dike, bi armanca rêveberiyê dewrî gel bikin, QSD'ê Konseya Sivîl a Reqayê ava kir. Bi avakirina konseyê re 96 endamên DAIŞ'ê yên di mertebeyên jêrîn de hatin efûkirin. Hat diyarkirin ku ev 96 kes tev li tu pevçûn û şerî nebûne, ev kes bi zorê tev li DAIŞ'ê hatine kirin û piştî QSD'ê li herêmê operasyon daye destpêkirin, bi rizaya xwe teslîmê hêzên QSD'ê bûne. ‘ŞERVANÊN BIYANÎ TUNE NE’ Serokê Konseya Sivîl a Reqayê Îbrahîm el Îssa, diyar kir ku ji bo ev kes girêdana xwe ya bi DAIŞ'ê re qut bikin, wan biryareke wiha girtiye. Îssa ji Voice of Americayê re axivî, piştrast kir ku kesên hatine efûkirin, hemû ji Reqayê ne, di nava wan de kesên biyanî tune ne, di cihên fermî yên DAIŞ'ê de ne xwedî peywir in. ‘JI BER BIRÇÎBÛNÊ TEV LI DAIŞ'Ê BÛNE’ Merasîma efûbûnê, li biryargeha Konseyê ya 45 kîlometreyî ji dûrî Reqayê pêk hat. Berî ku 96 kes bi malbatên xwe re hev bibînin, der barê 'destpêka nû' de axivîn. Reşîd Ahmed yek jî kesên ku hatiye efûkirin e û ji Voice of Americayê re axivî û ev tişt got: "Piştî bajar bi hovane hat kontrolkirin, ev ciwan ji ber birçîbûnê tev li DAIŞ'ê bûn. Bi zorê şerîet hînê min kirin." Piştî merasîmê DAIŞ'î bi malbatên xwe re hev dîtin. Konseya Sivîl a Reqayê di meha hezîranê de û berî Cejna Remezanê 83 kes jî efû kiribû. Konseya Sivî a Reqayê di 18'ê Nîsanê de, ji hêla QSD'ê ve hatibû avakirin. Beşa herî zêde ya endamên Konseyê ji berdevkên eşîrên ereb ên herêmê pêk tê. Di Konseyê de kurd û Xiristiyan jî hene.