Dermankirina zaroka birîndar didome 2017-08-17 13:27:07 WAN – Piştî êrîşa hewanê ya li dijî Fermandariya Cendirmeyan a navçeya Elbakê, şerê derket û Esmanur Şenguler birîndar bû. Dermandirina Şenguler didome. Di şeva 15’ê Tebaxê de endamên HPG’ê Fermandariya Cendirmeyan a navçeya Elbaka Wanê dan ber topên hewanê. Piştî topbaranê şer derket û di şer de zaroka 12 salî Esmanur Şenguler li ber mala xwe dilîst, bi goleya li lingê wê yê çepê ket birîndar bû. Şenguler rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê û ji wir sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Wanê kirin. Dermankirina wê didome. Apê Esmanur, Serhat Şenguler diyar kir ku du caran biraziya wî hatiye emeliyat kirin, talûkeya jinê derbas kiriye û rewşa tendirûstiya wê başe. Şenguler dest nîşan kir ku Esmanur li ber malê dilîst û wiha got: “Bi guleya em nizanîn ka ji ku de hat, ji lindê xwe yê çepê bîrindar bû. Guleya li lingê wê ket, di nava du rehên lingê wê de ma. Hestiyê çongê wê derizand. Du caran hat emeliyat kirin.”