Di çalakiya ‘Em karê xwe dixwazin’ de 2 kes binçavkirin 2017-08-17 14:58:50 ENQERE – Çalakiya Kolana Yukselê ya “Em karê xwe dixwazin” ket roja 282’yan. Polîsên mudaxaleyî çalakgerên xwestin daxuyanî bidin kir û 2 kes binçav kirin. Greva çalakiya birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 162’an de domiya. Çalakiya kedkarên cemaweriyê hem ji bo vegerên karê xwe û hem jî bo piştgiriya Gulmen û Ozakça ku li Kolana Yukselê li dar dixin, di roja 282’an de domiya. Polîsan destûr neda, çalakgerên xwestin li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a Kolana Yukselê daxuyanî bidin. 2 KES HATIN BINÇAVA KIRIN Çalakgerên xwestin li ber barîkata polîsan daxuyaniyê bidin çapemiyê, pankarta “Çalakiya greva birçînbûnê ya Nuriye û Semîh ket roja 162’an, karê Nuriye û Semîh paş ve bidin wan” vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana me ya greva birçîbûnê”, “Nuriye û Semîh rûmeta me ne” berz kirin. Bi vekirina pankartê re polîsan mudaxaleyî çalakgeran kirin û pankar çirandin. Polîsan 2 kesên ji kolanê veneqetiyan û dirûşme berz kirin, xistin binçavan.