Rojnameger Bayram 6 rojin dibin çavan deye 2017-08-19 16:17:19 RIHA– Xebatkarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Hamdullah Bayram ku bi hinceta “’Îxbar heye” hat binçav kirin, 6 rojin dibin çavan deye Li Rihayê, xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Hamdullah Bayram polîsan bi hinceta îxbat heye di 14’ê Tebaxê de bi ser mala ku lêdima de girt û kirin bin çavan. Bayram 6 rojin di bin çavandeye. Parêzer Mîkaîl Yavuv ku bi Bayram re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku muwekîlê wî bi hinceta “Îxbar heye” hatiye binçavkirin, lê têkildarî bi çi tê sûcdarkirin, agahî nehat dayîn. Polîsan, Bayram birin Salona Sporê ya Sabîha Ozlek a mîna navenda binçavkirinê tê xebitandin.