Polîsan Seroka Giştî ya ESP'ê Otlu binçav kir 2017-08-22 07:57:44 ENQERE - Polîsan Seroka Giştî ya ESP'ê Çiçek Otlu li Enqere binçav kir. Polîsan Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Çiçek Otlu li Enqereyê binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê. ESP di medyaya civakî de parve kir ku hevseroka wan hatiye binçavkirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpil Kemalbay bertek nîşanî binçavkirina Çîçek Otlu da û diyar kir ku kesên darbekar her dem êrişa li dijî sosyalîstan ji bo xwe wekî karekî dibine.