Daxwaza zarokekî 11 salî: Bila Sûr xera nebe 2017-08-22 11:03:15 AMED - Xerakirina malên li Sûrê berdewam dike. Li dijî vê yekê nerazîbûn didomin. Yek ji şêniyên Sûrê zarokê 11 salî Abdulkadir Geylanî Gunduz, xwest mal û kolanên wan ên Sûrê xera nebin û got: "Ez naxwazim mala me xera bibe. Ez dê li dijî xerakirina Sûrê di ber xwe bidim" Li ser biryara Lijneya Wezîran a AKP'ê, xerakirina Surê berdewam dike. Rayedarên hikûmetê bi navê ‘Veguherîna Bajarvaniyê" tax û malan xera dikin. Li dijî vê yekê narazibûn jî berdewam dike. Welatiyên taxa Alipaşa diyar dikin ku ew dê li dijî xerakirinê heta dawî di ber xwe bidin. Yek ji şêniyên taxê zarokê 11 salî Abdulkadir Geylani Gunduz ê nexweş e. Gunduz, anî ziman ku ew naxwaze ji mala xwe derkeve û xaniyên wan bê xerakirin. Gunduz, anî ziman ku ew de li dijî xerakirina mala xwe û Sûrê di ber xwe bide destûr nade ku xaniyê wan û Sûrê xera bikin.