Ji girtiyan daxuyaniya 'Cilên yek reng': Emê biqetînin û bavêjin 2017-08-22 12:49:02 STENBOL - Li ser navê girtiyên PKK'ê û PAJK'ê Deniz Kaya, têklidarî zextên li ser girtiyan û berxwedana girtiyan daxuyanî da. Kaya diyar kir ku dema berxwedan tê gotin tenê rojiya mirinê û gireva birçîbûnê nayê aqilê wan û wiha got: "Em cilên yek rengi qebûl nakin. Em dê biqetînin û bavêjin. Ev jî çalakî ye." Li ser navê girtiyên PAJK û PKK’ê Deniz Kaya têkildarî zextên li ser girtiyan û spartina "Cilên yek rengî" daxuyaniya niviskî da. Kaya di daxuyaniyê de diyar kir ku AKP-MHP’ê Tirkiye kiriye qadek ji agir û wiha got: "Ger ku bê xwestin polîtîkaya îktîdarek siyasî bê fam kirin tenê li pêkaninên girtîgehan bên nerîn bes e. Di zagonên Tirkiye de tê gotin 'Ewlehiya jiyanê' ya her mirovî di bin ewlehiya ‘devletê' de ye. Lê em girtinên siyasî yên di zindanê de diyar dikin ku tiştekî wisa tune ye. Em dibînin ku li ser serê me îşkence, bişaftin zêde ye û hevalên me li ber serê me tên kuştin. Di tu serdemê de bi qasi serdema AKP'ê polîtîkayên zindanan dijwar û hişk nebûn. Bi qasî polîtikayên AKP'ê hîle, bê ahlaqî û tundî zêde nebû. EM JI TU ÇAYAKIYAN GAVAN PAŞVE NAVÊJIN “Di tu serdemê de tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi qasî niha giran nebû. Tu deman bi qasi niha polîtîka tecrida rizandinê kûr nebû. Polîtîkaya dispêrin me dibêjin 'An hûn dê teslîm bibin an jî em tê îşkence û tecrîdê berdewam bikin. Vê polîtîkaya îşkenceyê li ser girtiyan dimeşînin. Lê Rêberê Gelê Kurd bi berxwedana xwe bersîv da van polîtîkayan. Rêbaz, helwest û tarza têkoşîn û berxwedana Rêberê Gelê Kurd, tarz û rebaza me ya berxwedanê ye jî. Em di tu şert û mercan de polîtîkayên ku faşîzma AKP-MHP dispêre me qebûl nakin. Em dê her dem li dijî wê berxwedanê esas bigirin. Di berxwedana me de azadiya gelê me û rêberê me heye. Ji ber vê yekê wekî duh îro jî em wekî girtiyên PKK û PAJK'ê em ji tu çalakiyan narevin. Em tu polîtîkayên bêrûmetiyê ku dixwazin bispêrin Ocalan û me qebûl nakin.Politîkaya AKP-MHP'ê ya faşizmê ku dixwazin em cilên yek rengî li xwe bikin qebûl nakin. Em dê wan biçirînin û bavêjin. Em lêgerîna tazî, jimartina leşkerî, liserxwe gerandina nasnameyê qebûl nakin. Dîsa em dermankirin û muayineya bi kelepçe qebûl nakin. Em dê li dijî van pêkanînan heta dawî di ber xwe bidin. Tacîz, îşkence, lêgerîna tazî ya li dijî rêhevalên me yên jin ên PAJK'î derketine asta herî jor. Ger ku hişmendiya îktidarê ya mêr difikire dê bi vê rêbazê encam bistîne bila zanibe em jî di serdema hovîtiya Zindana Amedê de wekî Rêheval Sakine Cansiz ku li dijî celadê Esad Oktay di ber xwe da di ber xwe bidin. Çawa ku Mazlum, Kemal, Hayri, Sakine, Ferhatan we demê li dijî zilmê di ber xwe da em dê niha jî di ber xwe bidin." ‘DIVÊ EWIL ROJIYA MIRINÊ Û GRAV NEYÊ AQILÊ ME' Kaya, da zanîn ku dema çalakî tê gotin divê tenê rojiya mirinê û greva birçîbûnê neyê aqilê wan û wiha got: “Di çarçovya helwesta yekitiya tarza de yekîtiya rêxistinî jî çalakî ye. Xwe perwerdekirin û li tenişta xwe hevalê xwe jî perwerdekirin û bi rêxistinkirin jî çalakî ye. Cilên yek rengî yên tên spartin ku em li xwe bikin, çirandin û avêtina wan jî çalakî ye. Mirare û tecrûbeya me heye. Divê em xwedî zimanekî dewlenend ê çalakiyan bin. Li dijî gevên rêveberiyê, berzkirina dirûşmeyan, lêdana mazgalên deriyan, girankirina karên îdarê jî çalakî ye. Nederketina qadên civakî jî çalakî ye." BANGA TEKOŞÎNÊ Kaya, heri dawî zanîn ku divê bi her awayi di her qadê de di ber xwe bidin û wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Her qar ji bilî çakiyên navendî xwedî qada çalakiyê ye. Divê em bi rê u rêbazên dewlemend van çalakiyan zêde bikin. Divê rê û rêbaza çalakiyan li gorî tişta hatiye diyar kirin pêk bên. Heta ku pêkan be divê her qada me di çalakiyên xwe de bi awayekî koordine tev bigere û li gorî famkirna çalakiya rêberê me ya li gravê daye destpêkirin pêş bixe. Divê hemû hevalên me li dijî lîstik û hîleyan hişyar û polîtîk tev bigerin. Divê em ji her demê bêtnir di milê hest, ruh û fikrê de zelaltir û xurtir bin. Divê em zanibin em karibin li dijî helwesta faşîst xwedi çalakiyên berxwedêr bin. Di vê çarçeweyê de berxwedana li dijî faşîzma AKP-MHP'ê heqekî bingehîn e. Em bang li her kesî dikin ku bêtir di nava tekoşînê de cihê xwe bigirin."