Ciwanên Kocaelî dibêjin 'Na' 2017-02-09 10:39:23 KOCAELÎ - Ciwanên Kocaeliyê diyar kirin ku ew li dijî "Rejîma yek mirovî ne" û wiha got: "Em dê di referandumê de bêjin "Na". Ciwanên Kocaelî bang li hemû ciwanan kirin ku bêjin "Na". Bi nêzîkbûna referandumê roj bi roj eniya "Na" mezin dibe û belav dibe. Ciwanên Kocaelî bertek nîşanî helwesta yek mirov dan û diyar kirin ku dê di referandumê de bêjin "Na". Serokê Ciwanên CHP'ê yê Kocaelî Anil Deniz Pişkin, diyar kir ku pranga li "laiklik û komarê" dixin. Pişkin, diyar kir ku ew dê li dijî pergala yek mirov têbikoşin û wiha got: "Em destûr nadin rejîma haramî, faşist, dikta, pêş bixekeve. JIN DÊ LI QADAN BIN Endama Ciwanên Muxalif Arzu Gonderî jî diyar kir ku berî her kesî jin û ciwan li dijî biryara OHAL û KHK'ê têdikoşin û wiha got: "Em destûr nadin welatê me têkeve destê paşverû, zordar, yobaz û dijminê jin û ciwanan. Ji ber vê yekê di referandumê de em dê bêjin "Na". 'DIVÊ CIWAN TÊKEVIN NAVA TEVGERÊ' Endamê Rêxistina Partiya Komunist a Tirkiye ya Bajarê Kocaeliyê Çaglar Ozkan jî diyar kir ku Serokomar û Serokwezîr ji krîzê direvin serî li pergala Serokdewletiyê didin û wiha got: "Divê hemû ciwan li dijî îktîdar û pergala AKP'ê têkevin nava tevgerê. Rêya xelasiyê sosyalizm e."