ROJEVA 19'Ê SIBATA 2017'AN 2017-02-19 09:00:38 ROJANE *Nizamettin Dogan ê ji gundê Xerabê Bava derket wiha got: "Pirsgirêka herî mezin pirsgirêka avê ye. Heke li gund pirsgirêka avê neyê çareserkirin dê her kes nexweş bikeve." Şukriye Koçhan jî diyar kir ku, li gund hayê welatiyan ji hev tune ye. *Jina şiî û tirkmen a di êrîşa Telaferê de DAIŞ'ê 5 keçên wê revandin, li bakurê rojhilat ê Reqayê wiha bang li QSD'ê ya ew rizgarkirin kir: "Çawa me rizgar kirin, bila keçên min jî rizgar bikin." *Xizmên kesên di komkujiya Dîgorê de jiyana xwe ji dest dan, diyar kirin ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na" û ji bo pêşerojekê ji komkjiyan xalî ji bo "Na"yê bang li her kesî kirin. *Di ser facîaya şewata li wargeha Aladagê 80 roj derbas bûn. Tedawiya 3 zarokên di şewatê de birîndar bûn didome, li gel vê bavê Fatma Zehra Altunê, Ahmet Altun got hîn jî keça wî di travmayê de ye û anî ziman ku, ji ber wî li keça xwe nihêriye ji kar hatiye derxistin. *Li Kocaeliyê, Ziya Yigitalp ê bi meaşê xwê kêmtirîn dixebite, nêviyê vî meaşî jî ji bo heywanên li kuçeyan xerc dike. Yigitalp, bi derfetên xwe hêwirgehek çêkiriye û nêzî 30 salî ye li vê hêwirgehê li heywanan dinihêre. *Li Soma ya ku 301 karker di madenê de jiyana xwe ji dest dan, xizmên karkeran diyar kir ku, piştî Soma'yê bi her cinayetên karî êşa wan teze dibe û gotin ew ê di referandûmê de bibêjin "Na". * Romanên ku li Taxa Menzîl Ahîrê dijîn û ji veguherîna bajar heta "tîryak, xizanî û betaliyê" gelek tişt heye ji ber tu tenê di dema hilbijartinan te tên bîra hinekan li hemberî vî yekê nerazîbûn nîşandan. Welatiyên roman diyar kirin ku ew ê di referandûmê de dengê "Na" bi kar bînin. * Heyeta ji endamên Konseya Ewropa û Parlementoya Ewropayê (PE), rojnameger û nivîskaran pêk tê, dê têkildarî çavdêriyên xwe yên li Amed û Stenbolê daxuyaniyê bidin. (12.00) BI DÎMEN * Ji bo Ulaş Bardakçi dê li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê merasîma bîranînê bê lidarxistin. (12.00) * Li gelek bajaran di çarçoveya Referandûma 16'ê Nîsanê de kampanyayên "Na" bi civînên gel re berdewam bike. (15.00) * Akademiya Kolanê dê dersa xwe ya 7'emîn li Nêrdewanên Rengîn ên Batikenta Enqereyê bide. (15.00) * Heyeta ku ji rojnameger, nivîskar, endamên Parlamentoya Ewropayê (PE) û Konseya Ewropayê (KE) pêk tê û ji aliyê Komîsyona Welatî ya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) ve hatibûn organîzekirin dê têkîldarî çavdêriyên xwe yên li Amed û Stenbolê li avahiya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00) JIN * Li Wanê, Faize Gerçekli ya têkildarî karê dirûnê projeyek amade kir û piştî projeya wê hat qebûlkirin dikan vekir, niha li heman dikanê qursê dide 25 jinan. *Jinên manîsayî, yên dê ji pergala serokatiyê re bibêjin 'Na', straneke Anatolyaya Navîn li gor kampanyayê li hev anîn û gotin, hişmendiyeke kolektîf ji yek hişmendiyê rasteqîntir e. * Meclîsa Jinê ya HDP'ê, deklarasyona bi şîara "Dê bi berxwedana jinê azadî bi ser bikeve" ya têkildarî 8'ê Adarê li avahiya HDP'a Stenbolê bi raya giştî re parve bike. (13.00) BI DÎMEN ÇAND Û HUNER *Pirtûka "Straneke Nîvcomayî: Bobby Sands, IRA û Greva Birçîbûnê" ya têkildarî jiyan û têkoşîna milîtana IRA'yê Bobby Sandsê ye, li kurdî hat wergerandin.