ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2016'AN 2016-11-23 09:00:39 ROJANE * Ji bo komên OSO’yê yên li hawirdora Babê tengijîne û Tirkiye nikara ji bo wan pesariya hewayî bike hat diyarkirin ku, piştevaniya lojîstîk û leşkerî ji gundê Sêvê yê Kilîsê di ser gundê Hawar Kilîsê yê Şehbayê de pêk tê. * Malbata Tunç a ku di qedexeya Şirnexê de 13 rojan bajar neterikandin, ji bo ku xwe ji êrîşên top û hewanan biparêze çend lihêf û nivîn bikaranîne. Kesekî din ku di qedexeyê de li mala xwe maye bûye şahidê helîkopterên ku gaz avêtine taxa Dîcleyê û înfazkirina 5 ciwanên bê çek. * Parêzer Tûgay Bek diyar kir ku, piştî 12’ê îlonê 36 şûn de, bi hewldana derbeya 15’ê Tîrmehê re li girtîgehan sepandina “tevlîhev bike” dubare ketiye rojevê û got, li Girtîgeha Tîpa F a Edeneyê girtiyên PKK, rêxistinên çepgir û yên DAIŞ û FETO’yê li heman korîdoran hatine bicihkirin. * Derûnas Neval Guzel anî ziman ku, dema zarokên ku di çarçoveya Kampanyaya Nepoxên Sor de li Qesra Kongreya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê ya MHP’î stranên kurdî gotin û ji ser dikên hatin daxistin, ev tevgerîn li zarokan şikestina xeyalî peyda kiriye û wiha got: “Nêvenga li wir hem ji bo me hem jî ji bo zarokan hesteke bêtalih bû.” * Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Atalan diyar kir ku, AKP dixwaze bi girtin û binçavkirinan têk biçe, lê çiwa li Kobaniyê gelê kurd DAÎŞ'ê gav bi gav têk biriye, wê li Bakûr jî gelê kurd AKP'ê gav bi gav têk bibe û wiha got: "Bi dehan bigrin, wê bi dehan werin şûna wan, bi dehan bikujin, wê bi dehan werin şûna wan. Bi girtin û kuştinan gelê kurd tu caran paş ve gav nehavêtiye, navêje jî." * Alîkara Sekretera Giştî ya ÎHD’ê Necla Şengul, têkildarî zextên li ser girtî û girtîgehan tên meşandin diyar kir ku girtî rastî gotinên wekî "Dewlet çi bibêje hûn ê bikin", "Hûn ê li gorî rê û rêbazên dewletê tevbigerin" û "Hûn ê hêza dewletê bibînin" tên. * Di hezeza Kana Madenê ya Xizxêrê ya Sêrtê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Derket holê ku patronê Kana Koma Cinerê kurê Korkut Eken Guray Eken e. * Doza nûçegihana DÎHA'yê Şermîn Soydan dê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Colemêrgê bê dîtin. (09.30) * Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya heftane dê li ber Qesra Dolmabahçeyê li dar bixin. (13.00) POLÎTÎKA * Zanyarê Siyasetê Thomas Schmîdînger diyar kir ku, Tirkiye ji bo rejîma li Sûriyeyê bixîne hema bêje piştevaniya hemû cihadçiyan dike û wiha got: “Teqez e ku Tirkiye piştevaniya Ehrar uş-Şamê dike. Ev kom di lîsteya ‘terorîst’ Neteweyên Yekbûyî de cih digire, ji ber vê piştevaniya Tirkiyeyê ya ji bo cîhatçiyan, wê serê wê biêşîne.” * Parlamenterê DBP’ê yê berê û Hevşaredarê Agiriyê Sirri Sakik dest nîşan kir ku, polîtîkayên tasviyeyê yên siyaseta kurd berê rastî wan hat wek “dubarekirina ezberê” nirxand û wiha got: “Jiyan nîşan da ku girtin ne çareserî ye, ji bo rizgarkirina ji behra xwînê divê yên bêdeng biaxivin.” JIN * Mor Dayanişmayê bi slogana "Ji bo rawestandina şîdeta zilam, jin parastina cewherî bikin" atolyeyê parastina cewherî da destpêkirin banga "werin em bihevre jiyana xwe biparêzin" li hemû jinan kir. * Ji fermandarên YPG/YPJ'ê Nûjîn Dêrik a ku di operasyona "Xezeba Firatê" li dijî DAIŞ'ê ji bo rizgarkirina Reqayê hatiye destpêkirin de cih digire diyar kir ku jinên kurd di şoreşa Rojava de si berxwedana xwe ve ji bo hemû jinên cihanê û jinên gelên bindest bûye mînak. Dêrik got ku ew ê bi rizgarkirina Reqayê feraseta zilam a ku di DAIŞ'ê de derketiya asta herî jor tune bikin, tola jinên êzidî yên li Şengalê hatin qetilkirin û li bazaran hatin firotin hilînin. ÇAND Û HUNER * Fîlmê kurtemetraj ê Derhêner Nûrsel Aydogan “Deng Neke” wê di meha kanûnê de bê pêşandan. * Ji kursiyerên Komeleya MED-Çandê ya ku hat girtin Rozerîn Bûlak diyar kir ku, beriya ku ew were MED-Çandê jiyaneke wê yî pir cuda hebûye, piştî wê dest bi qursê kiriye êdî wate daye her tiştî û wiha got: “Em ê bi her awayî xebatên xwe yî hunerî bidomînin.” * Wênesaz Varol Oztorun piştî wêneyên awirên Dayikên Şemiyê xêz kir, yekemîn pêşengeha wêyan a “Dokun(mak)” ku çalakiyên Dayikên Şemiyê dike mijara xwe vekir. Oztorun, diyar kir ku her nerînek dayikekê de hesabpirsîn heye û xwest hestên wan parve bike. JÎNGEHA KEDÊ * Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cameweriyê (KESK) dê li dijî OHAL û KHK'yan bernameya çalakiyan li li Navenda Giştî ya KESK'ê aşkera bike. (12.00) * Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) dê têkîldarî îxrackirina Serokê Giştî yê BES'ê û rêveberan li Cadeya Yukselê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.00)